Roja 19ê Kanûna Paşîn a 2025an li bajarê Hammê yê Almanyayê, konferanseke şêwirmendiyê li ser pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin.
Di konferansê de bi dehan rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên serbixwe beşdar bûn.
Di konferansê de banga yekrêziyê li partiyên Rojavayê Kurdistanê Encûmena Niştîmanî ya Kurd a Sûriyêeyê (ENKS) Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd (PYNK) Partiya Peşverû ya Demokrat a Kurd Sûriyeyê (Pêşverû) Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê (El Wahdê) hat kirin.
Di konferansê de nameyek ji partiyên Rojavayê Kurdistanê re hat şandin.
Nameya Konferansa Şêwirmendiyê ya Hammê ya Almanyayê wiha ye:
“Piştî silavên Kurdayetiyê, em hêvîdar in ku hûn di kar û xebatên xwe de her dem serkeftî bin û berjewendiyên bilind ên gelê Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê li ser her tiştî bigirin.
Xwişk û birayên hêja, roja 19ê Kanûna Paşîn a 2025an li bajarê Hammê yê Almanyayê, konferanseke şêwirmendiyê li ser guherînên dawî yên li Sûriyeyê hat lidarxistin.
Di konferansê de bi dehan rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên serbixwe beşdar bûn.
Di encama gotûbêjan de, konferansê biryar da ku ev name ji we re were şandin da ku pêşniyar û ramanên konferansê bigihînin we.
Di vê qonaxa dîrokî ya Sûriyeyê de û piştî rûxandina rejîma totalîter a ku bi dehsalan li Sûriyeyê desthilatdar bû, yekrêziya Kurdan ji bo rûbirûbûna van guherînan û avakirina paşerojeke li gorî xebat û qurbaniyên gelê me pêwîst e.
Em bawer dikin ku diyalog û yekdengiya Kurdan bi hemû hêzên xwe ve pir girîng e.
“Kongreyeke neteweyî pêk bînin”
Ji ber vê yekê em dengê xwe digihînin we da ku hûn ji bo yekrêzî û yekhelwestiya Kurdan bixebitin û di demeke nêzîk de:
Kongreyeke neteweyî ya Kurdî ya ku hemû alî û pêkhateyên siyasî, civaka sivîl û kesayetiyên serbixwe di nav xwe de bicivîne pêk bînin.
Desteyeke nûnertiyê ya Kurd hilbijêrin ku berjewendiyên gelê me biparêze û dîtina wî ji bo Sûriyeya paşerojê bîne zimên.
Ev deste bibe nûnerê gelê me di qada neteweyî, niştîmanî, herêmî û navneteweyî de.
Konferans dibîne ku doza me ya neteweyî û erdnîgarî li ser Rojavayê Kurdistanê ye ku ji Dêrikê li rojhilat dest pê dike û heta bi Çiyayê Kurmênc (Herêma Efrînê) dirêj dibe.
Her wiha ji ber ku Sûriye welatekî pirnetewe û pirol e, beşdarên konferansê wisa dibînin ku çareseriya herî guncaw ji bo Sûriyeyê sîstemeke federal e ku hemû pêkhateyan wekhev û azad bigire nav xwe.
Li dawiyê em silavên hemû beşdarên konferansê digihînin we û hêvîdar in ku name û pêşniyarên me li ba we cihê girîngiyê bigirin û îro berî sibê kar ji bo yekrêzî û yekhelwestiya Kurdan dest pê bike.”