Dewleta Tirkîyeyê di roja 02.02.2022yê de Mexmûr û Şingal a Başûrê Kurdistanê û gundê Teqil Beqil ê Dêrik a Rojavayê Kurdistanê bi êrişên asmanî bombardiman kir.
Di encama van êrîşan de ji dehan zêdetir kesan jîyana xwe ji dest dan, ji bîstî zêdetir kes jî birîndar bûne.
Ev ne cara yekem e ku Dewleta Tirkîyeyê êrîşên bi vî rengî dike.
Me wek partî gelek caran êrîşên Dewleta Tirkîyeyê yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê protesto kirine.Em dîsa jî protesto dikin.
Şingal û Mexmûr a ku beşek in ji axa Başûrê Kurdistanê , nuha ne di bin desthilatdarîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne; di bin desthilatdarîya Heşdî Şahbî û Hikûmeta Bexdayê de ne.
Herçiqas Hikûmeta Bexdayê bi daxuyanîyeke fermî nerazîbûna xwe ji van êrîşên Dewleta Tirkîyeyê re nîşan dabe jî, aşkereye ku wek prosedura navdewletî, bêyî îzna Dewleta Iraqê û ya Hevpeymanîya Navnetewî , Tirkîye nikare êrîşan bibe ser Başûrê Kurdistanê, yan jî devereke Iraqê.
Herweha bêyî îzna Rûsyayê, Tirkîye nikare êrîşan bibe ser Rojavayê Kurdistanê.
Em bangî Neteweyên Yekbûyî(UN), Emerîka û hemû dewletên Hevpeymanîya Navnetewî, Dewleta Iraqê û Rûsyayê dikin, da ku rê li ber êrîşên Dewleta Tirkîyeyê bigirin.
Em dixwazin dîsa dubare bikin. Şer, operasyonên leşkerî û çalakîyên çekdarî rêya çareserîya pirsgirêkan dixetimîne. Destpêka çareserîya van pirsgirêkan ewe ku , ji bo li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê daxwazên acîl yên miletê kurd bêne pêk anîn û di Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê de bêne bicîh kirin, divê Dewleta Tirkîyeyê li gel hemû alîyên sîyasî, sivîl û civakî yên kurdan dîyalogekê û danûsitendinekê destpê bike. Herweha Dewleta Tirkîyeyê divê serwerîya Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê nas bike û bi Rêveberîya Xweser û bi hemû partîyên Rojavayê Kurdistanê re dîyalog û peywendîyekê destpê bike.
Bi vê hişmendîyê em careke din bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku dawî li van êrîşan bîne. Dewleta Tirkîyeyê heta îro bi êrîşan, bi operasyonên leşkerî nikarîbûye tu pirsgirêkan çareser bike, ji îro pê ve jî dê nikaribe çareser bike.
Pir zelale ku şerê li Bakurê Kurdistanê zerareke mezin dide xebata sîyasî, sivîl û demokratîk a doza gelê me û dide destkeftinên li her sê perçeyên Kurdistanê. Ji ber wê jî em careke din bangî PKKyê jî dikin ku dawî li çalakîyên xwe yên çekdarî bînin û rêzê li serwerî û biryarên Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê bigirin.
Cîhê balê ye, Dewleta Tirkîyeyê , gelek caran, gava ku êrîşekê dibe ser Başûrê Kurdistanê yan jî Rojavayê Kurdistanê, yekser Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Tirkîyeyê vedixwîne.
Em naveroka vê hevdîtina vê dawîyê ya Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçirvan Barzanî û Serokkomarê Tirkîyeyê Birêz Recep Tayîp Erdoganî nizanin.
Lê tecrubeyên berê nîşanî me didin ku, Dewleta Tirkîyeyê bi van vexwendinan dixwaze wêneyekî weha nîşan bide ku xwedêgiravî Rêveberîya Herêma Kurdistanê jî di van êrîşan de li gel Dewleta Tirkîyeyê ye.
Dewleta Tirkîyeyê bi vê helwesta xwe dixwaze di serê raya giştî ya kurdan de şikan çêbike, gelê Kurd ê li Başûr, Rojava û Bakur bîne beramberî hev.
Divê hemû kurdên cîhanê, bi hişmendîyeke neteweyî, niştimanî li van hevdîtin û bûyeran binerin; wek herêmeke federe, hesasîyet û rastîya Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê bidin ber çavan û li destkeftinên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin.
Divê hemû dewletên cîhanê, partîyên sîyasî û hêzên leşkerî rêzê li serwerî û biryarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigirin
Em di wê bawerîyê de ne ku Serokatî, Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî, Rêveberîya Xweser û hemû partîyên Rojavayê Kurdistanê jî, di gotar û helwestên xwe de û di peywendîyên xwe yên bi dewletên dagirker û bi dewletên din de, çiqasî hesasîyetên gelê me yê her çar perçeyên Kurdistanê bidin ber çavan û li gorî wê tevbigerin, dê ewqasî plan û nîyetên xêrnexwazan têkbidin.
03.02.2022
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê