ENKS: Berxwedana Efrînê meşrû ye, berevaniya xak û kerametê xwe dikin

Berpirsekî ENKSê li Herêma Kurdistanê Cedan Elî got, "berxwedana Efrînê û mlletê kurd karekî meşrû ye û berevanyê ji xak û keramet û îrada xwe dikin."

24.01.2018, Çar - 16:24

ENKS: Berxwedana Efrînê meşrû ye, berevaniya xak û kerametê xwe dikin
Nuçe Belav bike


Di hevdîtnekê de nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê Cedan Elî ji Sputnik Kurdistanê re behsa helwesta ENKSê li hember operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê kir û li ser pirsyara bê gelo helwesta ENKSê li hemberî operasyona Tirkiyeyê got," carê ji destpêkê em êrîşa tirkan li ser Efrînê bi hemû gotinên zivir û hişk protsto û şermezar dikin. Em bang ji miletê Kurdistanê dikin ku li hemberî êrîşên Erdogan û hevkarên wî hevgirtî bin û di hemû astan de li ser yek helwestê bin. Herwiha em ji welatên zilhêz û mezin û ji tevahiya cîhanê dixwazin ku zû vê êrîşa li ser xaka Efrînê rawestînin ji ber ku tenê xelkê sivîl û medenî tên kuştin û xelkê aware yê Sûriyeyê jî ku ji ber stema rejîma Esadî reviyane û aware bûne bo Efrînê niha ew jî ketîne ber wan êrîşan. Em ji civaka nêvdewletî daxwazkar in ku bi erka xwe rabe û vê êrîşa dagirker li ser Efrînê rawestîne".
Li ser rexneyên ku ji aliyê medya û li ser asta gel jî ENKSê li tên girtin ku wek pêwîst helwest nîne û hinek jî dibêjn ENKS piştevanya Tirkiyeyê dike, Cedan Elî wiha got:

"Van gotinan hîç rastiyek nîne û tev şaş in û daxuyanyên ENKSê yek di 12 mehê de derket û berî du rojan ya duyem derket û helwesta me ron bû. Me daxuyaniyek di derheqa daxuyaniya Îtîlafa opozisyona Suriyeyê de derxist. Me reda ltîlafê kiriye. Em dibînîn ku wan karekî şaş û xerab kiriye ku piştgîriya vê êrîşa hovane ya Tirkiyey3e kiriye, em li dijî wê yekê ne û bi helwest û dîtina xwe û yek cih nemaye ku nerênên me, neghştbin wan. Mîna Rûsya û Tirkye. Em du caran bi rayedarên Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ciyane û herwiha em bi rayedarên Amrîka, Erebistana Siûdî, Misir, Urdin, Fransa û Berîtanya re jî civiyane. Me ji hemûyan re gotiye ku divê hûn fişarê bikin ser Tirkiyeyê ku êrîşa xwe rawestîne.
Di berdewamiya hevdîtinê de, Elî bersiva pirsyaran wiha da:

ENKS e piştgîrî dide şervanên ku niha li Efrînê li hember êrîşên dewleta Tirkiyeyê şer dikin?

"Em dibêjîn berxwedana Efrînê û mlletê kurd karekî meşrû ye û berevaniyê ji xak, keramet û îrada xwe dikin."

Hêza rojava amade ye di hawara şervanan biçe û şer li dijî Tirkiyeyê bike?

Me bi berdawamî daxwaz ji PYDê kiriye ku pêwîst e, em rêkeftinên siyasî bi hev bikin û hewla dawiyê jî, civîna Duhokê bû ku beşeke taybet a leşkerî bû ku em bikarin leşkerên Roj û bi rêya fermandariyên hevpişk bişînîn Rojava ji bo ku mil bi milê şervanan bervaniyê ji xaka Kurdistana Sûriyeyê bikin, lê PYD ew yek heta niha qebûl nekiriye û naxwaze kes şirîkê biryara wan be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1171 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:41:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x