Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) ji Washingtonê ve ragihand, pirsa federalîzmê û derbasbûna Pêşmergeyên Rojava bo Kurdistana Sûriyê dê mijarên sereke yê hevdîtinên wan ligel rayedarên Amerîk bin.
Li ser vexwandineke fermî ya Wezarta Derve ya Amerîka şandeke bi Serokatiya Serokê ENKSê Îbrahîm Biro li Washingtonê. Serokê ENKSê Îbrahîm Biro ji K24ê re ragihand, hevdîtinên wan li Washingtonê li gor karname ku hatiye danîn, dê ligel Wezarta Derve ya Amerîka, Komîta Pêwendiyên Derve û Komîta Karên Leşkerî ya Kongressê û hin sînatoran re bin.
Biro da zanîn ku, rewşa Sûrî bi gelemperî û rewşa herêma Kurdî bi taybetî be, daxwaza ENKSê ya federalîzmê û derbasbûna Pêşmergeyên Rojava bo Kurdistana Sûriyê dê mijarên sereke yê hevdîtinên wan ligel rayedarên Amerîk bin.
Herwiha Biro amaje bi wê yekê kir, Amerîkî baş dizanin hejmara Pêşmergeyên Rojava çend in û çawa li dijî DAIŞê li Başûrê Kurdistanê dikin û çawa hatine perwerdekirin. Pêşmerge heta bi heta li derveyê Kurdistana Sûriyê namînin, bo pêşeroja Sûriyê jî divê hebûna Kurdî di warê siyasî û leşkerî de zelal bibe.
Li ser rola Amerîka di krîza Sûriyê de Biro got: “Ne tenê ENKSê li benda Amerîka ye ku ka dê di rewşa Sûriyê de çi bike, bizane çi ye, tevahiya welatên bi bandor jî li benda wê yekê ne. Roj bi roj siyaseta Amerîka derbarê Sûriyê de zelal dibe, ji ber wê sedemê jî em niha li Amerîka ne, da ku nêrînên xwe bi zelalî bigihînin rêveberiya nû ya Amerîkî.”
Li ser pirsa ku Amerîk piştevaniya hêzên leşkerî yên ser bi Rêveberiya Xweser ve dike, Biro got: “Rewşa herêmên Kurdî û kiryar û binpêkirinên PYDê wek hene dê bên gotin, valakirina herêmên Kurdî, kiryarên wê yên li dijî partiyên siyasî, birina ciwanên bi darê zorê bo karên leşkerî, ku di heman demê bi hezaran Pêşmergeyên Rojava hene, lê rê nadin wan da ku berevaniyê di ber xaka xwe de bikin.”