Doh danê êvarê li ber mizgefta nêzîkî El Serayayê ya navenda bajarê Minbicê wesayîteke bombebarkirî teqiya.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di bûyerê de ziyanên madî çêbûne.
Di bûyerê de ti ziyanên canî çênebûne, heta niha kesî berpirsyariya teqînê negirtiye ser xwe.
Lê belê Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ya ku Tirkiye piştgiriya wê dike, HSD ji êrişê berpirsyar dît.
Li aliyê din, di daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de hat gotin:
“Em êrişa terorîstî ya ku doh bi şev li Minbicê pêk hat şermezar dikin.
Ti têkiliya hêzên me bi êrişê re nîne.”
HSDyê di daxuyaniyê de ji şêniyên Minbicê xwest ku “ji bo dîtina berpirsyarên rastî yên teqînê” alîkariyê bikin.