Li her du bajarên Kobanê û Minbicê yên Kurdistana Sûriyê piştî qutkirina Kehrebê ava vexwarinê jî bi yekcarî ji wan bajaran hate birîn.
Li gor hin jêderên navxweyî û çalakvanên rêxistinên sivîl ji BasNewsê re ragehandin ku, qutkirina ava cemê Feratê bi awayeke giştî ji aliyê Tirkiyê ve hişt ku, ava vexwarinê ji wêstgeha El-Şiyûx jî were birîn, di encama wê birînê de av bi awayeke giştî li Kobanê qutbû.
Herwiha li bajarê Minbicê jî ji ber ku, çekdarên DAIŞê av ji wêstgeha bajarokê El-Xefse ya ku, heta niha di bin kontirola wê rêxistinê de ye birîne, ava vexwarinê qutbûye.
Welatiyên Kobanê tekez dikin ku, nebûna Av û Kehrebê ji aliyêkê ve, herwiha nebûna sûtemeniyê bo bikaranîna mulideyên kehrebê û derxistina avê ji pîran pirsgirêk û zehmetiyên wan pirdibin.
Girtina enefatên her du bendavên Bîracîk û girkimîş ji aliyê Tirkiyê ve, ava cemê Feratê ji Kurdistana Sûriyê hate birîn.