Li Serê Kaniyê teqîn; zarokekî canê xwe ji dest da

Di teqînekê de li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku niha di kontrola hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî de ye, zarokekî canê xwe ji dest û 3 kes jî birîndar bûn.

30.08.2022, Sal - 12:14

Li Serê Kaniyê teqîn; zarokekî canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan, teqîn bi sedema mînekê û li gundê Nasiriye yê Serê Kaniyê çêbûye.

Rewengeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihandiye, îro 30ê Tebaxê di encama teqîna mînekê de li gundê Nasriye yê Serê Kaniyê zarokekî canê xwe ji dest daye û 3 kesên jî din birîndar bûne.

Heta niha ti zaniyarî li ser rewşa birîndaran nehatiye zanîn.

Herwiha nasnameya zarokê ku canê xwe ji dest daye û nasnameya kesên birîndar nehatiye zanîn.

Li gor heman çavkaniyê hejmara kesên ku ji destpêka îsal ve heta niha ji ber teqîna mîn û teqemeniyên paşmayê şer li Sûriyê canê xwe ji dest dane gihiştiye 164 kesan, ku di nav wan de 10 jin û 80 zarok hene, herwiha 249 kes jî birîndar bûne ku 15 ji wan jin û 140 kes jî zarok in.

Bajarê Serê Kaniyê sala 2019an di encama operasyoneke artêşa Tirkiyê de ku navê Operasyona Kaniya Aştiyê lê hatibû kirin, ji kontrola hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê derketiye. Her di çarçoveya heman operasyonê de bajarê Girê Spî jî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye dagirkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 341 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:18:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x