PYD: Me herêmên li Helebê radestî artêşa Sûriyeyê nekir lê me li hevdu kir

Rêveberê PYDê yê li Helebê Hevin Qasso ji bo Sputnikê diyar kir ku YPGê ti devereke Helebê radestî artêşa Sûriyeyê nekiriye û got, li Helebê di navbera YPG û artêşa Sûriyeyê rêkeftin heye û li noqteyên kontrole hêzên herdu aliyan cih digirin.

22.02.2018, Per - 14:13

PYD: Me herêmên li Helebê radestî artêşa Sûriyeyê nekir lê me li hevdu kir
Nuçe Belav bike

Hatibû îdiakirin ku YPGê li bajarê Helebê herêmên di bin kontrola xwe de teslîmê artêşa Sûriyeyê kirine. Derbarê mijarê de Rêveberê PYDê yê Helebê Hevîn Qasso ji bo Sputnikê axivî û diyar kir ku YPGê ti deverên li Helebê teslîmê artêşa Sûriyeyê nekirine. Qasso got, lê di navbera YPG û artêşa Sûriyeyê rêkeftin çêbûye û li noqteyên kontrole hêzên herdu aliyan hene.

Qasso li ser mijarê ev tişt gotin: "Îdiayên ku dibêjin YPGê cihên xwe yên li Helebê teslîmê artêşa Sûriyeyê kirine, ne rast in. Me ti dever teslîm nekiriye. Lê di navbera me û artêşa Sûriyeyê de hevdîtin, peyman û tifaq hene. Li noqteyên kontrolê artêşa Sûriyeyê û hêzên YPGê dê bi hevdu re cih bigirin. Li deverên ku YPG heye, artêşa Sûriyeyê û YPG bi awayekî koordine dixebitin. Ev rewşeke eşkere ye. Tiştekî veşartî tune ye."

Li rojhilatê Helebê 8 tax di destê YPGê de ne. Taxên wekî Mûstmbaşa, Bihêdinî, ŞÊx Xidir, Şêx Faris, Hilûk û Heyderiyeyê di deste YPGê de ne. YPGê di dawiya meha Berfanbarê ya 2016an de ev her 6 taxên li rojhilatê Helebê ji destê rêxistinên cîhadîst rizgar kiribûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Sûriyeyê îdia kiribû ku hêzên hikûmeta Sûriyeyê li Helebê ketine herêmên di bin rêveberiya YPGê de. Li gorî vê îdiayê hêzên hikûmetê ketine herêmên El Xalaq, Benî Zaîd û Bostan el Başa.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1650 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:15:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x