Qamişlo: Cendirmeyên Tirkiyeyê ciwanekî Kurd kuşt

Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ciwanek ji aliyê cendirmeyên Tirkiyeyê ve hat kuştin.

10.06.2024, Pts - 10:18

Qamişlo: Cendirmeyên Tirkiyeyê ciwanekî Kurd kuşt
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyan, dema ku hinek ciwanan xwestiye derbasî ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin cendirmeyên Tirkiyeyê gule li wan reşandine.

Çavkaniyên nêzîkî Rêveberiya Xweser da zanîn ku bûyerê doh li gundê Dûdayê yê Qamışloyê rû daye û di heman êrişê de ciwanek jî birîndar bûye.

Herwiha ciwanek jî winda ye û heta niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.

Heman çavkaniyan bi bîr anî ku cendirmeyên Tirkiyeyê 25ê Gulana borî jî li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ciwanê Kurd ê bi navê Yehya Ehmed kuştibû.

 

Vî nûçeyê tevayî: 469 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:11:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x