Partiyên di bin sîwana Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi riya daxuyaniyeke nivîskî piştgirî dan Efrîne, ferzkirina Tirkiyê ya ziman û sîstema xwe li ser Efrîne şermezar kirin û ji rêxistinên huquqî, enternesyonel û mirovî daxwaz kirin ku dawî li kiriyarên Tirkiyeyê li Efrîne bînin.
"Gelê Efrîne li hemberî dewleta Tirk têdikoşe û li ber xwe dide. Şervanên YPJ/YPGê jî li hemberî Tirkiye û komên girêdayê wan çalakiyan pêk tîne û derbeyên giran li artêşa Tirkiyeyê didin.
Mayîna dewleta Tirkiyeyê ya li Efrîne dagirkeriye û ev dagirkerî li ser tevehiya Sûriyeyê û pêkhateyên wê xeterî ye. Erdogan dixwaze mîna sedê salan dagirkeriya xwe li ser herêmê kûr bike. Rakirina ala Tirkiyê li Efrîne û ferzkirina sîstem û zimanê xwe li ser gelê Efrîne dagirkerî ye û polîtîkayekî li dijî çareserî û ewlehiya herêmê ye."