Mam Celal jiyana xwe ji dest da

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talabanî li Almanyayê çû ser dilovaniya xwe.

03.10.2017, Sal - 13:31

Mam Celal jiyana xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Celal Talebanî demek berî niha piştî têkçûna rewşa tendirutiya wî li Almanyayê koça dawî kir.

Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, îro rewşa tendirustiya Celal Talebanî xirab bibû û di rewşa komayê de bû û ji ber wê di bin çavdêriya hûr a pizîşkan de bû.

Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî ji bo çareseriya pizîşkî roja 11-09-2017ê çûbû Almanyayê.

Her îro piştî nîvro hin zanyarî û nûçe derbarê koça dawî ya Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî hatibûn belavkirin, lê paşê ev agahî ji aliyê çavkaniyekê ji mala Talebanî ve hatibû redkirin.

Çavkaniyê ji mala Celal Talebanî pêştir agahiya koça dawî ta Talebanî derewand û ji Rûdawê re gotibû, ku tendurustiya Mam Celal xirab bûye. lê canê xwe ji dest nedaye.

Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî, roja 17ê Kanûna 2012ê li Bexdayê krîza mejî derbas kir û rewşa wî ya tendurustiyê têk çû, paşê ji bo çareseriyê bo nexweşxaneyeke Almanyayê hat şandin.

Piştî çareseriyê Talebanî roja 19-07-2014 vegeriya Silêmaniyê. Celal Talebanî careke din çû Almanyayê û ji Îlona 2016ê ve li Silêmaniyê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1320 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:59:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x