'Divê Kurd sûdê ji hebûna hêzên Amerîkayê wergirin'

Şirovekarê siyasî Zara Salih got, “Pêwîst e Kurd sûdê ji hebûna hêzên Amerîkayê wergirin.”

14.11.2023, Sal - 19:28

'Divê Kurd sûdê ji hebûna hêzên Amerîkayê wergirin'
Nuçe Belav bike

Grûpên ser bi Îranê ve car caran bi mûşek û dronan êrişî baregehên Amerîkayê û Hêzên Hevpeymaniyê yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dikin.

Piştî şerê Îsraîl û Hemasê yê li Xezeyê êrişên grûpên nêzikî Îranê yên li dijî baregehên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî zêde bûne.

Şirovekarê siyasî Zara Salih li ser van êrişan ji Rûdawê re axivî.

“Rûsya rê dide grûpên ser bi Îranê ve”

Zara Salih got, “Bêguman zêdebûna van êrişan yek ji encamên şerê ku îro di navbera Hemas û Îsraîlê de ye.

Ew bi xwe nameyeke Îranê ye ji bo Amerîkayê ku nerazîbûna xwe ji piştgiriya Amerîkayê ya ji Îsraîlê re dide xuyakirin.

Duyem jî Îran dixwaze xwe bide diyarkirin ku ew xwediyê pirsgirêka Filirstînê ye.

Sedema sêyem jî ew e ku Rûsya hinekî bêhtir rê dide van grûpên ser bi Îranê ve, ji ber ku di berjewendiya wê de ye ku ev şer zêde bibe.”

Bi nerîna hin şirovekar û lêkoleran, ji tevgera siyasî ya Kurdî tê xwestin, sûdê ji vê derfeta hebûna hêzên Amerîkî wergirin û têxin warê berjewendiya doza Kurdî.

“Divê Kurd sûdê ji hebûna hêzên Amerîkayê wergirin”

Zara Salih wiha pê de çû, “Hêzên siyasî yên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê, çi jî li Başûrê Kurdistanê, ez bawer dikim ku pêwîst e sûdê ji vê rewşa siyasî ya nû wergirin, da bibin lîstikvan di vê rewşa siyasî de.

Ji ber ku pêwîstiya Amerîka û van hêzên navdewletî dê bêhtir bi Kurdan hebe, wekî hêzeke xwedî bawer xwedî devereke aram ku ew hêz dikarin xwe lê bicih bikin.

Ev yek dihêle ku pêwîstî bi Kurdan bêhtir bibe û mana van hêzên navdewletî û Amerîka bi deverên Kurdî çi li Başûr çi li Rojava bêhtir be.”

Li gorî medyaya nêzîkî Îranê, grûpên çekdar ên bi ser Îranê ve, şeva 12ê Çiriya Paşîn, baregeha Amerîkî ya Zeviya Konîko bi rokêtên pêşketî kiriye armanc.

Li beramberî wan êrişan jî di heman şevê de, balafirên şer ên Amerîkayê êrişa herî dijwar a esmanî biriye ser wan grûpên çekdar ên li Elbûkemal û Meyadîn û hin deverên din ên Sûriyeyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 351 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:55:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x