Fuad Mesûm: Bila Iraq bibe du herêman

Serokomarê Iraqê Fuad Mesûm di axaftina xwe de ragihand ku bila Iraq bibe du herêmên ji hev cûda. Herêma Kurdistanê û Herêma Iraqê.

06.07.2017, Per - 07:15

Fuad Mesûm: Bila Iraq bibe du herêman
Nuçe Belav bike

Serokomarê Iraqê Fuad Mesûm di hevpeyvîna xwe ya digel rojnameyeke Erebîstana Siûdî de pêşniyar kir ku bila Iraq bibe du herêman û got: "Bila weke Herêma Kurdistanê û Herêma Iraqê bibe du herêm û dewlet jî weke xwe bimîne."

Fuad Mesûm di berdewamiya axaftina xwe de asayîş û ewlehiya Iraqê nirxand û got: "Teqîn li welatên weke London, Kuweyt û Erebistana Siûdî li gelek cihan diqewimin. Li Bexdayê jî ji ber ku şaneyên grûpên terorê hene, teqîn çêdibin. Gelek grûpên ser bi DAIŞê hene, em li hember wan rû bi rû mane. Her kes bi mirinê re rû bi rû ye. Lê pêwîst e mirov di vê mijarê de tedbîra xwe pêk bîne û ewlehiya xwe dabîn bike."

Serokomar Mesûm li ser pirsa Heşdî Şebî jî got: "Ji ber şerê ku diqewimî, Heşdî Şebî pêwîst bû. Çimku Bexda û bajarên din, di bin gefê de bûn. Divê piştî DAIŞê rewşa Heşdî Şebî were zelalkirin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2026 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:36:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x