29 senatoran ji bo Tirkiyê daxwazek ji Biden kirin

29 senatorên Partiyên Komarî û Demokrat ên Amerîkayê nameyek ji Serokê Amerîkayê Joe Biden re nivîsandin û daxwaz kirin ku firotina F16 bo Tirkiyê bi şertê erêkirina Swêd û Fînlandiyayê ya protokolên endamtiya NATOyê be.

03.02.2023, Cum - 12:02

29 senatoran ji bo Tirkiyê daxwazek ji Biden kirin
Nuçe Belav bike

Senatoran diyar kirin ku astengkirina Tirkiyeyê ya li ser Swêd û daxwaza Fînlandiya ya ji bo endamtiya NATOyê, tevî gefên ewlehiyê yên di şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê de didomîne.

Li gor Dengê Amerîkayê, senatoran diyar kirin ku têkiliyên ewlekarî yên bi Tirkiyeyê re ji bo berjewendiya Amerîkayê ye û dibêjin “Nepejirandina protokolan an pêşkêşnekirina nexşerêyek ji bo pejirandinê yekitiya hevbendiyê dixe xeterê ji ber ku Rûsya dagirkeriya xwe ya Ukraynayê didomîne.”

Hevserokên Koma Çavdêrên NATOyê ya Senatoya Amerîkayê Senatorê Demokrat Jeanne Shaheen û Komarî Thom Tillis ji serok Biden re nemayeke şandin û fikarên xwe yên li ser derengxistina erêkirina protokolên endamtiya NATOyê yên Swêd û Fînlandiyayê ji aliyê Tirkiyê ve anîn ziman.

Di nameyê de senatoran nêrîna xwe anîn ziman ku heta protokolên NATOyê neyên erêkirin divê Kongre dest bi firotina balafirên şer ên F-16 ji bo Tirkiyeyê neke. Senatoran tekez kirin ku tevlîbûna Swêd û Fînlandiyayê di NATOyê de dê hevpeymaniyê zêdetir xurt bike di demeke ku Rûsya dagirkeriya xwe ya li Ukraynayê didomîne.

Senatorên Amerîkî dibêjin “Têkiliyeke ewlekarî ya berhemdar û sûdmend bi Tirkiyê re di berjewendiya Amerîkayê de ye. Em li bendê ne ku hikûmet protokolên Swêd û Fînlandiyayê yên ji bo beşdarbûna NATOyê bipejirîne. Nepejirandina protokolan an pêşkêşnekirina nexşerêyek ji bo pejirandinê yekitiya hevbendiyê dixe xeterê ji ber ku Rûsya dagirkeriya xwe ya Ukraynayê didomîne.”

Senatoran bi bîr xist ku di Lûtkeya NATOyê ya ku li Madrîdê hat lidarxistin de ji ber ku Tirkiye fikarên xwe yên ewlehiyê anî ziman, peymaneke sêalî ya lihevkirinê hat îmzekirin û gotin “Ji wê demê û vir ve, Swêd û Fînlandiyayê ji bo çareserkirina nîgeraniyên ku di peymanê de derketine, xebat kirine, di nav de hewldanên xurtkirina têkoşîna li dijî terora navneteweyî û PKKya ku ji aliyê Swêd û Fînlandiyayê û herwiha ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û YEyê ve di nav lîsteya terorê de ye.”

Senatorên ku diyar kirin ku Swêd û Fînlandiyayê ji bo qanûnên hinardekirina çekan di ber çavan re derbas bikin dest bi pêvajoyek kirine. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku Swêdê herî dawî yek ji yekem lîsansa hinardekirinê ji bo şandina alavên leşkerî yên ji pîşesaziya berevaniyê bo Tirkiyê da. Hate diyarkirin ku Fînlandiya jî bi heman awayî li ser dayîna lîsansa îxracatê difikire.

Tevî hewildan û pêşketinên ku ji aliyê Senatorên Swêd û Fînlandiyayê ve ji bo pêkanîna şert û mercên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên xwestin, bi dilnizmî hewl didin, Tirkiye protokolan erê nekirine û ji bo nirxandina erêkirina protokolan ne amade ye demajoyê bide.

Di nameyê de hat gotin ku Tirkiye di dema ku êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê dewam dike nîşan da ku ew hevalbendeke NATOyê ya bi qîmet e, lê nepejirandina endamtiya herdu welatan bo NATOyê siyê dixe ser têkiliyan.

Hate tekezkirin ku nepejirandina Swêd û Fînlandiyayê ji protokolên NATOyê re "metirsiyek e ji bo ewlekariya Hevpeymaniyê, herwiha ji bo Ewropa û nîzama cîhanî ya navneteweyî ku Vladimir Putin berdewam gefan li wan dixwe".

Hat diyarkirin ku desteka rêveberiya Biden a ji bo firotina balafirên F-16 ji bo Tirkiyeyê û piştgiriya pêşiyên ewlehiyê yên ku her du welat di nav wan da hevkariyê dikin, li ser têgihiştineke hevpar a piştgiriya ji bo hevalbendên demokratîk in.

Di nameyê de “Piştî ku protokolên endamtiya NATOyê ji aliyê Tirkiyeyê ve bên erêkirin, Kongre dikare firotina F-16an binirxîne. Lêbelê, nepejirandina protokolan dê bibe sedema lêpirsîna firotanê.” hat gotin.

Tirkiye dixwaze 40 firokeyên F-16 bikire

Di nameyê de îmzeya 29 senatorên her du partiyên Demokrat û Komarî yên siyasî hene.

Tê zanîn ku Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Senatoyê Senatorê Demokrat Bob Menendez bi israr li dijî firotina balafirên F-16 bo Tirkiyê ye.

Senatorê Demokrat Chris Van Hollen, endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Senatoyê, roja Çarşemê di hevpeyvînekê de ligel malpera Politico, helwesta Tirkiyê li hember berfirehkirina NATOyê nirxand û di wê baweriyê de ye ku nabe firokeyên F-16 ji Tirkiyê re werin firotin û gotibû “ Ev nerîna min a kesane ye, lê ez difikirim ku ew hesta piraniya Senatoyê nîşan dide.”

Tirkiyê ji bo kirîna 40 firokeyên şer ên Lockheed Martin F-16 û nêzîkî 80 kîtên nûjenkirinê ji Amerîkayê daxwaznameyek pêşkêş kir û di navbera aliyan de danûstandinên teknîkî hatin kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 229 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:53:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x