Blinken dê biçe Tirkiyeyê

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken dê biçe Tirkiyeyê û li gel hevtayê xwe yê wî welatî Hakan Fîdan bicive.

04.01.2024, Per - 07:02

Blinken dê biçe Tirkiyeyê
Nuçe Belav bike

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan duh derbarê mijarên di rojevê de civîneke çapemeniyê saz kir û bersiva pirsên rojnamegeran da.

"Ev rêyek e ku dawiya wê nîne"

Hakan Fîdan bal kişand ser pêşhatên dawî yên şerê Hemas û Îsraîlê û got:

“Ez di wê baweriyê de me Îsraîl ji bo bi Libnanê re nekeve şer xwe bi zorê digire. Ev rêyek e ku dawiya wê nîne. Eger tiştekî wiha bibe helbet şer bi dawî nabe."

Fîdan ragihand ku Amerîka û welatên rojava bêyî şert û merc di şer de piştîvaniya Îsraîlê dikin û wiha domand:

"Li cihekî wiha derfeta bikaranîna hêzê nîne. Ji ber wê jî dema em nêzîkî vê meseleyê dibin divê em giraniyê bidin ser teknîkên cûda.

Li vê derê ez bi taybetî di wê baweriyê de me ku welatên herêmê ji xwe re dersên girîng wergirtine û di nav hevgirtineke cuda de ne."

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê destnîşan kir ku pêwendiyên gelek welatan li gel Îsraîlê nînin û got:

“Ji ber vê yekê jî divê helwesta sereke li hemberî welatên rojava bê nîşandan. Wate dê helwest li hemberî wan welatên li pişt Îsraîlê bê nîşandan an na? Divê pirs ev be.”

Fîdan di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku 6ê Kanûna Paşîna 2024an Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken dê Tirkiyeyê ziyaret bike û got:

“Blinken roja şemiyê dê wekî mêvanê min bê Tirkiyeyê. Niha tiştê hatiye plankirin ev e, eger guherînek çênebe, wekî mêvanê me tê Tirkiyeyê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 226 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:20:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x