Stoltenberg: Dilgiraniyên Tirkiyê derbarê Swêd û Finlandayê de rewa ne

Sekreterê Giştî ê NATOyê ji bo gotûbêjkirina li ser endamtiya Swêd û Finlanda di wê rêxistinê de çû Finlandayê. Stoltenberg dixwaze dilgiraniyên Tirkiyê di derbarê piştevaniya PKKê de bigihîne herdu aliyan û tekez kir, dilgiraniyên Tirkiyê yên derbarê piştevaniya terorê de rewa ne.

13.06.2022, Pts - 12:14

Stoltenberg: Dilgiraniyên Tirkiyê derbarê Swêd û Finlandayê de rewa ne
Nuçe Belav bike

Sekreterê Giştî yê NATO yê çû Finlandayê da ku bizane heya çiqasî Helsinkî dikare dilgiraniyên Tirkiyê nehêle ku daxwaz dike piştevaniyên xwe ji bo PKKê rawestîne.

Jens Stoltenberg di preskonferansekê de dilgirnaiyên Tirkiyê yên derbarê Swêd û Finlandayê de “rewa” bi nav kir, lê gumanên wî hene ku bikaribin di Lûtkeya Madrîdê de ku di dawiya meha Hezîranê de tê lidarxistin, babeta endambûna herdu welatan di NATO de çareser bikin û dilê Tirkiyê razî bikin.

Tirkiye herdu welatên Skandînavî Swêd û Finlandayê bi piştgiriya ji bo rêxistinên terorîstî tohmetbar dike.

Jens Stoltenberg, Sekreterê Giştî yê NATO dibêje, “Dema ku hevpeymanekî girîng û serekî weke Tirkiyê dilgirnaiya xwe derbarê terorê nîşan bide, bê guman divê em rûnin û bi cidî li wan binerin. Ev yek jî rêk ew kar e ku em dikin.”

Jens Stoltenberg dema dilgiraniyên Tirkiyê bi rewa da zanîn, li tenişta serokê Finlandayê bû.

Sauli Niinisto şokbûna xwe nîşan da ku Tirkiyê ti pirsgirêk li gel endambûna wan di NATOyê de nebû heya dema ku wan bi fermî daxwaz kir ku bibin endamê NATOyê.

Sauli Niinisto got, “Ez cudahiyeke zêde di navbera awayê serederiya Finlanda û Tirkiyê ligel mijara terorê nabînim, eger em ligel welatên di nava NATOyê de berawird bikin, lewra ew ji bo me gelek giran tê ku gelo çima li vir tiliya tohmetê ber bi me ve hatiye dirêjkirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 541 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:11:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x