Jaffrey: Amerîka ji pêwendiyên PKK û PYDê bi guman e

Endamê Desteya Siyaseta Berevanî ya Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagonê) James Jeffrey diyar kir, ku pêwendiyên rêveberiya Trump li gel Herêma Kurdistanê bihêz in. Jeffrey herwiha daxuyand, ku herweke Enqerê, Waşîngton jî ji pêwendiyên PKK û PYDê nîgeran e.

18.02.2017, Cts - 12:10

Jaffrey: Amerîka ji pêwendiyên PKK û PYDê bi guman e
Nuçe Belav bike

Balyozê berî yê Amerîkayê li Iraqê James Jaffrey ku niha Endamê Desteya Siyaseta Berevanî ya Wezareta Berevaniya Amerîkayê ye, di dema Konferansa Ewlekariya Cîhanî ya li bajarê Munich a Almanyayê de bersiv da pirsên Rûdawê.

Li ser pirsekî derbarê rewşa niha ya Sûriyê û paşeroja Beşar Esed de Jaffrey got; “Piraniya xelkê Sûriyê biryara xwe daye û li dijî Esed çek hilgirtine. Me kiryarên hovane yên Esed ên li hember gelê wî dît. Ji şerê cîhanê yê duyemîn ve mînakên wiha nebûne. Ev yek karesat e. Heta Esed li ser desthilatê bimîne Rojhilata Navîn aram nabe. Pirsiyar niha ev e, bêyî hevsengiya li Sûriyê û berjewendiyên Rûsya û Îranê têk biçin em çawa dikarin Esed ji desthilatê dûr bixin? Pirsgirêkek wiha heye.”

James Jeffrey daxuyand, ku ew ji gera duyemîn a hevdîtinên Astanayê ne xweşhal in û diyar kir, ku di vê pêvajoyê de Tirkiye rolekî mezin dilîze û Stephan De Mîstûra derbarê berdewamkirina agirbesta li Sûriyê ligel Tirkiyê hevdîtinan dike û wiha axivî:

Divê em li hêviyê bin û bibînin ka rewş çawa dibe. Lê ya giring ew e, ku li herêmê aramiyeke mayînde hebe. Divê xelk çekan daynin û DAIŞ bê têkbirin. Herwiha rejîma Esed jî guhertineke siyasî bike.”

Endamê Desteya Siyaseta Berevanî ya Wezareta Berevaniya Amerîkayê li ser pirsa derbarê pêwendiyên rêveberiya nû ya Amerîkayê ya ligel Herêma Kurdistanê û herwiha li gel kurdên Tirkiye, Îran û Sûriyê jî ev bersiv da:

“Pêwendiyeke bihêz di navbera reveberiya Amerîka û Hewlêrê de heye. Ya duyemîn jî Amerîka piştgirî dide yekparçebûna hemû welatên Rojhilata Navîn û herwiha ya Sûriye û Iraqê jî. Ya sêyemîn jî Amerîka PKKê weke rêxistineke terorîstî dibîne. Em PYDê bi vî awayî binav nakin. Lê em ji pêwendiyên PYDê û PKKê nîgeran in. Vê yekê li gel Tirkiyê jî nîgeranî peyda kiriye. Di rewşa niha de me dixwazin li gel hemû aliyan ji bo têkbirina DAIŞê kar bikin.”

Li ser pirsa Rûdawê ya, “Gelo ji bo çareseriya pirsa kurd li Sûriyê ti çareseriyek heye? Gelo pêwendiya vê çareseriyê bi PYD, YPG û hêzên din ên kurdî ve heye, ku bi hevre dikarin şandekî bişînin Cenevê?” James Jaffrey wiha got:

“Ji bo rewş mîna ya Herêma Kurdistanê pêş bikeve hê gelek rê maye. Lê em nikarin pêşbîniya vê yekê bikin. Ev yek ji wan faktoran e. divê Şam, Enqere, Waşîngton, Moskow û Tehran jî li ser helwestekî hevbeş lihev bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1235 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:02:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x