Ahmet Turk: Gelo hikûmet dê qeyûman dayne?

Ahmet Turk got, “Em bawer nakin vê carê qeyûman daynin çimkî wan du caran qeyûm danîn lê gel gelekî li dijî derket.”

13.03.2024, Çar - 13:00

Ahmet Turk: Gelo hikûmet dê qeyûman dayne?
Nuçe Belav bike

Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, li ser hilbijartinên xwecihî ji ajansa Rûdawê re axivî.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adarê hilbijartinên xwecihî tên kirin.

Tê pêşbînîkirin ku vê hilbijartinê DEM Partî û AK Partî ji bo Mêrdînê rikeberiyê bikin, herwiha HUDA PARê jî namzedê xwe destnîşan kiriye û xebatên xwe dike.

Li gorî amarên fermî yên sala 2023yan, nifûsa parêzgeha Mêrdînê ya giştî 888 hezar û 874 e.

Nifûsa navenda Mêrdînê jî 194 hezar û 73 ye.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de mafê dengdanê yên 542 hezar û 46 kesan heye.

DEM Partiyê ji bo hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr kirin namzed.

Ahmet Turk salên 2014 û 2019an jî bûbû hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê lê hikûmetê her du caran jî qeyûm danîbû şûna wî.

AK Partiyê biryar da ku Abdullah Erîn bibe namzedê wan ê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê.

Li hêla din jî HUDA PARê jî Îsmaîl Çevîk kir namzed.

Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk bû mêhvanê bernameya Rûdawa Îro ya ku Niwêner Fatîh pêşkêş dike.

“Armanca me ew e ku gelê Kurd bigihêje ronahiyê”

Ahmet Turk da zanîn ku ew ji bo demokrasiyê têdikoşin lê girîngiyê didin şaredariyan jî û got:

“Armanca me, têkoşîna me ew e ku gelê Kurd bigihêje ronahiyê.

Em ji bo demokrasiyê, ji bo wekheviyê, ji bo demokrasiyeke birûmet xebatê dikin.

Lê belê şaredarî jî ji me re gelekî girîng in, ji bo xizmeta gelê me.

Bi saziyên sivîl, bi partiya xwe û bi gelê xwe re li kû derê kêmasî hebe, ji bo xizmetê ji gelê xwe re bikin em berîber in.

“Em bawer nakin vê carê qeyûman daynin”

Ahmet Turk, pirsa “Tu beriya niha du caran şaredar bûyî lê dewletê qeyûm danîn. Tirs heye ku dewlet careke din qeyûman dayne?” bi vî awayî bersivand.

“Em bawer nakin vê carê qeyûman daynin çimkî wan du caran qeyûm danîn lê gel gelekî li dijî derket.

Gel ew rexne kirin, gel siyaseta wan rexne kir…”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 370 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:43:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x