Di programeke televizyonî de şeva borî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Suleyman Soylu got, Hazni Golge ku yek ji tohmetbarên teqîna Cadeya Îstîklalê ya Stenbolê ye, ji aliyê Bulgarîstanê ve radestî Tirkiyê hatiye kirin.
Hazni Golge bi hevkarîkirina Bilal Hasan tê tohmetbarkirin ku ew derxistiye derveyî Tirkiyê. Piştî teqîna Cadeya Îstîklalê ya Stenbolê di roja 13ê Mijdara 2022an de ku tê de şeş kesan canê xwe ji dest dan û 81 kesên din jî birîndar bûn, çend kesek bi pêkanîn û hevkarîkirina kesên êrîş pêk anîne hatin desteserkirin.
Yek ji tohmetbaran Bilal Hasan bû ku ji Tirkiyê derket. Li gor aznyariyên asayîşê, Hazni Golge hevkariya Bilal Hasan kiriye daku derkeve derveyî Tirkiyê.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu şeva borî di programeke televizyonî de got: “Me kesek destnîşan kir ku Bilal Hasan ji Edirneyê şandiye derveyî Tirkiyê û me zanî li Bulgarîstanê bicîh bûye. Me daxwaz kir, demjimêr 18:00ê êvarî li Edirneyê radestî me kirin.”
Piştî hat zanîn ku Golge li hotêleke Herêma Svilengrad a Bulgarîstanê dimîne, roja 7ê Çileya 2023an Tirkiyê bi rêya Interpolê daxwaza wî kesî kir. Roja Sêşembê 10ê Çileya 2023an li Bulgarîstanê hat desteserkirin û demjimêr 17:00 di navbera sînorê Bulgarîstan-Tirkiyê de radestî Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Edirneya Tirkiyê hat kirin.
Piştî teqîna Cadeya Îstîklalê ligel tohmetbara serekî Ehlam el Beşîr 61 tohmetbar hatin desteserkirin û lêpirsîn berdewam e. Ev di demekê de AKP di mijara teqînê de ji aliyê partiyên opozisyonê bi taybetî HDPê ve gelekî hat rexnekirin.
Êvara roja Yekşemê 13ê Mijdara 2022an demjimêr 16:20 deqe teqînek li Cadeya Îstîklalê ya navçeya Taksîmê ya Stenbolê çêbû. Di teqînê de şeş kesan canê xwe ji dest dan û 81 kesên din jî birîndar bûn. Destpêkê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu YPG bi pêkanîna teqînê tohmetbar kir, lê YPGê red kir ku destê wê di wî karî de hebe.