Cîgirê Serokê CHPê: Heta encamên hilbijartinan mîsoger bibe em li ser karê xwe ne

Cîgirê Serokê CHPê Muharrem Erkek serdana Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener kir û got heta encamên hilbijartinan mîsoger bibe ew dê li ser karê xwe bin.

15.05.2023, Pts - 07:29

Cîgirê Serokê CHPê: Heta encamên hilbijartinan mîsoger bibe em li ser karê xwe ne
Nuçe Belav bike

Şandeya CHPê ku Cîgirê Serokê CHPê Muharrem Erkek jî di nav de bû 15ê Gulanê 2023an serdana Serokê YSK kirin û rewşa dawî nirxandin.

Di nav şandê de Cîgirê Serokê Giştî Bulent Tezcan, Serokwekîlê Grupa CHPê Engin Ozkoç û Nûnerê CHPê yê di nav YSKê de Mehmet Hadimi Yakupoglu cihên xwe girtin.

Muharrem Erkek git “Ji bo me ya girîng îradeya gel ya ku ji sindoqan derdikeve bi awayekî giştî diyar bibe. Ji bo me ya girîng li nav welat û derveyî welat bi awayekî tendirûst û ewle hemû deng bên hejmartin û li sîstemê bên zêdekirin. Em hemû dengan yên derve û li Tirkiyê dişopînin. Hejmartina gengên derveyî Tirkiyê li Atoyê berdewam e û wiha xûya dike ku hejmartin dê dem bigre. Heta encamên hilbijartinan mîsoger bibin em li ser karê xwe ne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 330 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:01:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x