Erdogan derbarê Rojava de axivî: Operasyon dê berdewam bin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê êrişeke nû li Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de axivî.

25.08.2022, Per - 15:14

Erdogan derbarê Rojava de axivî: Operasyon dê berdewam bin
Nuçe Belav bike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê êrişeke nû li Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de got: “Ji bo ewlehiya welatê xwe em dê operasyonên xwe gorî planên xwe bidomînin. Dibe ku em şevekê ji nişka ve bên.”

Recep Tayyip Erdogan li navçeya Xelat a Bedlîsa Bakurê Kurdistanê beşdarî çalakiyên Milazgirê bû û li wê derê axivî.

Erdogan gefa xwe ya êrişe li dijî Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de dubar kir û got: “Ez cardin ji hemû dinyayê re radigihîm ku heta em sînorên xwe yên başûr bi korîdoreke 30 kîlometre kûrahî ewle nekin, em dev ji têkoşînê bernadin."

Serokomarê Tirkiyê herwiha diyar kir ku ew operasyonên xwe li gor plana danîne birêve dibin û got: “Ji bo ewlehiya welatê xwe em dê operasyonên xwe gorî planên xwe bidomînin. Dibe ku em şevekê ji nişka ve werin her derê."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 319 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:12:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x