Erdogan dîsa gef li Rojavayê Kurdistanê xwar

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Ji ber sozên ku hevalbendên me dane û bi cîh neanîne, karê me yê ku li Sûriyeyê nivco maye, gava ku dem û saeta wê hat teqez em dê temam bikin.”

07.05.2024, Sal - 11:16

Erdogan dîsa gef li Rojavayê Kurdistanê xwar
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî civana kabîneya Hikûmeta Tirkiyeyê axivî.

Erdogan di beşeke axaftina xwe de bal kişand ser serdana xwe ya Bexda û Hewlêrê diyar kir ku “serdaneke gelekî baş û erênî bûye.”

Erdogan da zanîn ku di wê serdanê de di navbera Îraq û Tirkiyeyê de 27 peyman hatine îmzekirin.

Derbarê rûbirûbûna PKKyê de jî Erdogan diyar kir wan bi Îraqê re li hev kiriye û wan ji Îraqê xwestiye ku PKKyê wekî “rêxistineke terorê” bi nav bikin.

Gefa êrişê

Herwiha Erdogan dîsa gefa êrişê li Rojavayê Kurdistanê xwar û got:

“Heta hebûna PKKyê li bakurê Îraqê û Sûriyeyê hebe dê ewlehî tune be.

Ji ber sozên ku hevalbendên me dane û bi cîh neanîne karê me yê ku li Sûriyeyê nivco maye, gava ku dem û saeta wê hat teqez em dê temam bikin.”

“Gaveke girîng bû”

Hikûmeta Îraqê, PKK wekî rêxistineke qedexekirî bi nav kir û ev di rûbirûbûna terorê de gaveke giring bû.

Me ji wan re ragihand ku em li bendê ne ew jî PKKyê wekî rêxistineke terorê bi nav bikin.

Em bi birayên xwe yên Tirkmen ên li Îraqê re civiyan û me ragihand ku em dê her tim piştevanê wan bin.

Piştî Baxdayê em derbasî Hewlêrê bûn. Serdana me ya wir jî gelekî baş, erênî û samîmî bû û gelek mijar hatin gotubêjkirin.

Ez dîsa ji bo pêşwaziya wan a germ spasiya hemû birayên me yên li Îraqê dikim.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 310 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:41:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x