Herêma erdhejê wek dergûşê diheje: Bi hezaran erdhej hatine tomarkirin

Rêveberê Resedxaneya Kandilliyê Prof. Dr. Haluk Ozener ragihand ku piştî erdhejên 6ê Sibatê, li herêmê bi hezaran erdhej çêbûne.

30.05.2023, Sal - 10:53 [ Güncellenme: 30.05.2023, Sal - 10:59 ]

Herêma erdhejê wek dergûşê diheje: Bi hezaran erdhej hatine tomarkirin
Nuçe Belav bike

Piştî karesata erdhejên 6ê Sibatê ku navendên wan li parêzgeha Mereşa Bakurê Kurdistanê bûn lê bandor li 11 parêzgehan kir, li herêmê erdhejên paşekî anku paşlerze berdewam dikin.

Rêveberê Resedxaneya Kandilliyê Prof. Dr. Haluk Ozener diyar kir, “Tenê heta 29ê Gulanê saet 03:00an bi tevahî 28 hezar û 990 erdhej hatine tomarkirin.”

Haluk Ozener got, “Di hefteya dawî hejmara erdhejan bû 855. Li herêmê kêmbûna hejmara erdhejan didome.”

Di rojên derbasbûyî de hat tesbîtkirin ku di 3 mehên piştî karesatê de bi giştî 38 hezar erdhejên paşekî çêbûne.

Di erdhejên 6ê Sibatê de li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zêdetirî 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.

Rêveberê Giştî yê Erdhej û Kêmkirina Rîskê ya AFADê Orhan Tatar jî amarek cudatir ji ya Kandilliyê nîşan dide û dibêje, piştî 6ê Sibatê 38 hezar erdhejên paşekî li herêmê çêbûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 179 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:30:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x