Li Tirkiyê 15 dadwer û dozgerên giştî ji kar hatin dûrxistin

Li Tirkiyê bi biryara Desteya Dadwer û Dozgeran, 15 dadwer û dozgerên giştî ji kar hatin dûrxistin.

17.05.2022, Sal - 06:52

Li Tirkiyê 15 dadwer û dozgerên giştî ji kar hatin dûrxistin
Nuçe Belav bike

Biryar îro Sêşembê 17ê Gulana 2022ê ji aliyê Serokatiya Desteya Dadwer û Dozgeran de di rojnameya fermî ya Tirkiyê de hat belavkirin.

Derbarê sedema dûrxistina wan dadwer û dozgerên giştî de, tê îdîakirin ku ji ber peywendiyên wan ên ligel Cemaeta Fethullah Gulen, ne maqul e li ser pîşeyên xwe bimînin, lewra ji kar hatine dûrxistin.

Hikûmeta Tirkiyê Cemaeta Gulen xistiye lîsteya terorê û wê bi pêkanîna hewla darbeyê ya 15ê Temûza 2016ê tohmetbar dike, lê Cemaeta Gulen vê tohmetê red dike.

Li Tirkiyê ji piştî hewla darbeya 15ê Temûza 2016an ve û heta niha bi hezaran fermandar, serbaz û xwendekarên dibistanên leşkerî û bi dehan dadwer û dozgerên giştî bi tohmeta ku peywendiya wan ligel Cemaeta Gulen heye, hatine girtin an jî ji kar hatine avêtin û dûrxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 398 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:53:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x