Piştî civîna sêalî ya ku di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de pêkhat, Hevserokê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen di di derbarê beşdarbûna Kurdan ya civîna Soçiyê de daxuyanî da.
Hevserokê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen hevpeyvîneke taybet de ji Dengê Amerîka re ragihand ku ew ê ji civînên ser Sûrîyê yên ku Kurd beşdar nebin ti encam dernekeve.
Şahoz Hesen dîyar kir ku, "divê neyê ji bîr kirin ku Kurd û pêkhateyên din yên li bakurê Sûrîyê tev dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) serkeftineke mezin bi dest xistine"
Hesen da zanîn ku ew ji alîyê Rûsya ve bo civîna li Soçî hatine vexwendin û ew dixwazin beşdarî kombûna li Cenevrê jî bibin.
Hesen dibêje; "Jibo Soçî daxwaz heye ku em lê amade bibin. Me eşkere gotibû ku, emê wek partî yan kesayetî li wir amade nebin. Em ê li ser navê rêvebirîyên xweser yên li herêmên Efrîn, Kobanî û Cezîre beşdar bibin" Hesen got.
Her wiha Şahoz Hesen dîyar kir ku ew'ê meclîsên bajarên nû hatine rizgar kirin yên wek Reqqa, Minbic jî beşdarî civînê bibin.
Hevserokê PYD’ê da zanîn ku ewê Soçî bo hevdîtinên li Cenevre gavek be û got ku ew dixwazin ku Neteweyên Yekbûyî (NY) bo beşdarbûna Kurdan li wê civînê gavên pratîk biavêje.
Şahoz Hesen bi berdewamiya axaftina xwe de dîyar kir ku Tirkîye dixwaze ku ‘’rê li ber projeyên demokratîk yên Kurdan bigire’’ û ger ew êrîşî axa Efrînê bike wê bi berxwedenake mezin rû bi rû bimîne.
Hesen da zanîn ku ewê di rojên pêş de hilbijartinên herêmî jî li dar xînin û ew jî nîşan dide ku hemî pêkhateyên li bakurê Sûrîyê sîstemeke demokratik çêkirine û ew dikare jibo hemî axa Sûrîyê bibe model.