10 roj mabûn ji hilbijartinan re: Berbijêrê serokatiyê hat kuştin

Li Ekvadorê berî hilbijartina serokatiya wî welatî, berbijêrê serokatiyê Fernando Villavicencio yê bi "helwesta xwe ya li dijî gendeliyê" naskirî ye, di êrîşeke çekdarî de hat kuştin.

10 Tebax 2023 - 08:13
10 Tebax 2023 - 08:13
 0
10 roj mabûn ji hilbijartinan re: Berbijêrê serokatiyê hat kuştin

Li Ekvadorê berî hilbijartina serokatiya wî welatî, berbijêrê serokatiyê Fernando Villavicencio yê bi "helwesta xwe ya li dijî gendeliyê" naskirî ye, di êrîşeke çekdarî de hat kuştin.

Biryar e 20ê Tebaxa îsal li Ekvadorê hilbijartinên serokatiyê werine kirin.

Li gorî medyaya Ekvadorê, piştî çalakiyeke li paytexta wî welatî Kitoyê, Fernando Villavicencio dema li otomobîla xwe siwar dibû, êrîşkarekî 3 gule berdan serê wî û ew kuşt.

Serdozgerê Ekvadorê di daxuyaniya ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku êrîşkar di pevçûna li gel hêzên ewlehiyê de hat kuştin.

Herwiha hat destnîşankirin, di êrîşê de 9 kes jî birîndar bûn ku yek jê namzedê parlamenteriyê ye û du jî polîs in.

Ev nûçe bi tevahî 413 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:57:40