Salih Mislim: Me yekîtiya Sûriyeyê parast

Endamê Desteya Serokatiyê ya PYDyê Salih Mislim diyar kir ku wan yekîtiya Sûriyeyê parastiye û got, “Me ji bilî Şamê li deriyan nexistiye û em çareseriyê li Şamê dibînin.”

31 Tîrmeh 2025 - 10:43
31 Tîrmeh 2025 - 10:43
 0
Salih Mislim: Me yekîtiya Sûriyeyê parast

Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim di hevpeyvîneke xwe ya bi Arabiya El Hadath re de helwesta Rêveberiya Xweser a li ser paşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nirxand.

“Em ne li pey veqetandinê ne”

Salih Mislim tekez kir ku ew ji bo tevahiya Sûriyeyê dixebitin û got:

“Hinek alî ji destpêkê ve hewl didin ku pirsgirêka Kurdan wekî cudaxwaziyê nîşan bidin lê di rastiyê de em daxwaza hikûmeteke demokratîk dikin ku nehêle Sûriye vegere serdema berê.

Meseleya me tevahiya Sûriyeyê ye, em ne daxwaza veqetandinê ne jî tiştekî ku tenê ji bo Kurdan be dikin.

Me yekîtiya Sûriyeyê parast û em dê biparêzin.”

“Mezlûm Ebdî li ser navê hemû pêkhateyan diaxive”

Salih Mislim da zanîn ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî nûnertiya hemû pêkhateyan dike û da zanîn:

“General Mezlûm Ebdî nûnertiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser a Demokratîk dike û ew li ser navê hemû pêkhateyan (Kurd, Ereb, Siryan...) dan û standinan dike.

Hinek alî hewl didin fitneyeke Erebî-Kurdî derxînin û HSDyê wekî nûnerê Kurdan û Rêveberiya Xweser wekî îdareyeke Kurdî bi nav dikin lê di rastiyê de tiştekî wiha ji binî ve nîne.

Rêveberiya Xweser nûnertiya hemû pêkhateyan dike û her kes xwedî mafên xwe ye.

Eger şaşiyên biçûk hebin jî, ew tên çareserkirin.”

“Çareserî li Şamê ye”

Mislim bal kişand ser wê yekê ku xelkê herêmê naxwaze vegere serdema beriya 2011ê û got:

“Pêkhateyên bakurrojhilatê Sûriyeyê naxwazin vegerin serdema beriya 2011ê û naxwazin vegerin dîktatorî û hikûmeta navendî ya serdest.

Me ne ji bilî Şamê li ti deriyan nexistiye, çi di serdema berê de be, çi di serdema nû de be.

Em çareseriyê li Şamê dibînin û em hewl didin ji bo gihiştina çareseriyê pê re diyalogê bikin.”

Mislim amaje bi “Peymana 10ê Adarê” kir û diyar kir ku ew çarçoveyeke berfireh e lê ji bo bicihanîna wê pêwîstî bi hewldanên mezin û avakirina komîteyan heye û astengiyên herî mezin ji aliyê din ve tên derxistin.

Salih Mislim di dawiya axaftina xwe de daxwaza xwe ya bingehîn anî ziman û got:

“Em ji her kesî re tekez dikin ku em dixwazin di hemû kar û barên Sûriyeyê de (birêvebirî, yasa û îdarî) bibin şirîkên rasteqîn.”

 

Ev nûçe bi tevahî 73 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:07:17