Nêçîrvan Barzanî: Erkê hikûmeta Iraqê ye ku malbatên qurbaniyên Enfalê qerebû bike
Di 42emîn salvegera jenosîda Barzaniyan de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir. Barzanî ragihand, armanca Enfalê şikandina îradeya gelê Kurdistanê bû, lê li hember berxwedanê têk çûye û weke "lekeyeke reş" li eniya encamderên xwe maye.

Îro 31ê Tîrmeha 2025an, çil û du sal di ser tawana hovane ya enfalkirina heşt hezar welatiyên sivîl û bêguneh ên Barzanî re derbas dibin. Bi vê helkeftê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir.
Di peyama xwe de Serok Nêçîrvan Barzanî got: "Di vê bîranîna xemgîn de, em serê xwe li ber giyanê wan ê pak ditewînin û bi rêz û wefadariyeke mezin wan bi bîr tînin."
Nêçîrvan Barzanî tekez kir, Enfalkirina Barzaniyan ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve, berdewamiya zincîreyek tawanan bû ji bo şikandina îradeya gelê Kurdistanê û qirkirina wî, lê belê ew hewl li hember berxwedêrî û çoknedana Kurdistaniyan têk çû û bû lekeyeke reş li eniya encamderên xwe.
Serokê Herêmê bal kişand ser rola jinên Barzanî û got: "Dayik, xwişk, hevjîn û malbatên Barzanî piştî wê karesatê, êş û azarên bêhempa kişandin û neçar man ku li ber nebûn, hejarî û jiyaneke dijwar bisekinin. Ez destê wan dayikên dilsoz maç dikim ku bi hezkirin û dilsoziya ji bo gel û niştiman, zarokên xwe perwerde kirin û mezin kirin."
Nêçîrvan Barzanî careke din bang li hikûmeta Iraqê kir û got: "Erkê Hikûmeta Iraqê ye ku ji bo pêkanîna dadperwerî û qerebûkirina kesûkarên qurbaniyan çi pêwîst be bike. Bila rabirdû û êş û talîyên wê bibin pend û wane, da ku hemû pêkhateyên Iraqê bi hev re, bi qebûlkirina hev, rêzgirtin û lêborînê, bi awayekî aştiyane û bi rûmet, bi azadî û serfirazî bijîn."
Di dawiya peyamê de, Serok Nêçîrvan Barzanî rêz û pêzanînên xwe pêşkêşî wan kesên mêrxas kir ku li Hewlêr û deverên din bi hawara Barzaniyên mexdûr ve çûbûn û alîkariya wan kiribûn.
Nûvekirina herî dawî: 10:42:21