PKKyê derbarê şewatên li Tirkiyeyê daxuyanî da

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji bo kesên ku di şewatên daristanan ên li Eskîşehîr û Bûrsayê de canê xwe ji dest dane sersaxî xwest.

31 Tîrmeh 2025 - 10:42
31 Tîrmeh 2025 - 10:42
 0
PKKyê derbarê şewatên li Tirkiyeyê daxuyanî da

KCKyê her wiha tekezî li ser têkoşîna hevpar a li dijî şewatan kir.

Komîteya Ekolojiyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li ser şewatên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê daxuyanî da.

"Em li Tirkiye û Kurdistanê her roj dibin şahidê şewateke nû"

Komîteya Ekolojiyê ya KCKyê ragihand, “Em li Tirkiye û Kurdistanê her roj dibin şahidê şewateke nû ya daristanan û qetlîameke xwezayê û em bedelên mezin ên ku telafiya wan ne mimkin e didin."

Komîteya Ekolojiyê ya KCKyê di daxuyaniyê de wiha got:

"Piştî 10 karkerên daristanê ku li Eskîşehîrê di dema midaxeleya şewatê de canê xwe ji dest da, mixabin li Bûrsayê jî karkerekî daristanê canê xwe ji dest da.

Em diyar dikin ku em ji ber ziyanên canî û madî yên di şewatên daristanan de xemgîn in.

Em di serî de van lawên fedakar ên gel ên ku ji bo parastina xweza û jiyanê di şewatê de canê xwe feda kirin û jiyana xwe ji dest da, bi rêz û rehmet bi bîr tînin.

Em di serî de ji malbatên wan re, ji hemû gelên Tirkiye û Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.”

"Şewatên daristanan bi xemsarî yan jî hewaya germ nayên ravekirin"

Komîteyê anî ziman ku şewatên daristanan bi xemsarî yan jî hewaya germ nayên ravekirin û tekezî kir ku wekî şewatên par ên li Amed û Mêrdînê, berpirsên ziyanên îro jî polîtîkayên şaş in.

Di daxuyaniyê de her wiha hat bibîranîn ku li gorî daneyên fermî, 2024an zêdetirî 3 hezar şewatên daristanan derketine û tenê di mehên Hezîran û Tîrmehê de bi deh hezaran hektar qad şewitîne.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piraniya şewatan bi fedakariya gel hatine vemirandin û wiha hat gotin:

"Divê ev fedakarî veguhere rêxistinbûneke mayînde. Gelê ku li hemberî şewatan bi tenê tê hiştin, di têkoşîna parastina xwezayê de dibe yekane piştevaniya rastîn.”

"Xwedîderketina li daristan berpirsiyariya me hemûyan e"

Di daxuyaniyê de bangî derdorên ekolojî, jin, ciwan û rewşenbîran hat kirin ku têkoşîneke hevpar bikin û wiha hat gotin:

"Xwedîderketina li daristan, av û axa me berpirsiyariya me hemûyan e.

Wekî parêzvanên jiyanê, divê em li dijî van qetlîaman têkoşînê li her derê mezin bikin.

Têkoşîna hevpar a li hemberî hemû xetereyan garantiya herî mezin a paşeroja me ye."

 

Ev nûçe bi tevahî 57 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:42:03