Dêrezor: 5 şervanên HSDyê canê xwe ji dest da

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku 5 şervannên wan li Dêrezorê di êrişa DAIŞê de canê xwe ji dest da.

4 Tebax 2025 - 11:58
4 Tebax 2025 - 11:58
 0
Dêrezor: 5 şervanên HSDyê canê xwe ji dest da

HSDyê duh ragihand ku di êrişa DAIŞê ya 31ê Tîrmehê de ya li ser xaleke leşkerî ya li Dêrezorê, 5 şervanên wan canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniya HSDyê di dema şikandina êrişa ku ji aliyê şaneyên DAIŞê ve li ser yek ji xalên wan a leşkerî ya li gundewarê rojhilatê Dêrezorê hatibû kirin de, 5 şervanan canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber canjidestdana şervanan xemgîniyeke mezin heye û dê paşmayên DAIŞê ji herêmê bên paqijkirin û wiha hat gotin:

“Em bi xemgîniyeke kûr radigihînin ku hevalên me piştî têkoşîneke fedakarî û berxwedan şehîd ketin.

Hevalên me yên şehîd bi xebata xwe ya fedakarane ya di nava refên me de, pabendbûna xwe ya bi gel û welatê xwe re nîşan da.

Li hemû mewzî û xalên leşkerî yên ku lê peywirdar bûn, bi xîret û dilsozî xebitîn û bi pabendbûna xwe ya bi ferman û dîsîplînê di her şert û mercî de, hêzên me bi awayekî herî baş temsîl kirin.

Parastina welat dirûşma wan bû û wan hemû enerjiya xwe ji bo vê yekê xerc kir.

Doza ku her tim pê bawer bûn û di rêya wê de xwîna xwe rijandin.

Her wiha ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmên me ji her cure gef û êrişan, ew hazir bûn.

Em sersaxiya ji malbatên her pênc şehîdên xwe û hemû malbatên şehîdan re dixwazin.

Em soz didin wan ku em dê tola wan ji kujerên kirêgirtî hilînin û bela terorê ji herêmên xwe paqij bikin.”

DAIŞ li Dêrezorê hîn jî çalak e

DAIŞê ji valahiya ewlehiyê ya ku piştî rûxandina rejîma Beşar Esed derketibû holê sûd wergirt.

Rêxistin li Dêrezorê çalak e û gelek caran hêzên HSDyê dike armanc.

Roja sêşemê çekdarên nenas du êrişên cuda li dijî HSDyê pêk anîbûn, di encamê de kesek hatibû kuştin û du kes jî birîndar bûbûn.

Hefteya borî jî DAIŞê li Dêrezorê sê êriş pêk anîbûn.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê gelek caran derbarê gefa DAIŞê de hişyarî daye.

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî meha kanûna paşînê gotibû, “Eger em nexwazin vegera DAIŞê bibînin, pêwîstî bi xurtkirina hewldanan ji bo domandina têkoşîna li dijî DAIŞê heye.”

Beşek ji Dêrezorê di bin kontrola HSDyê de ye.

 

Ev nûçe bi tevahî 32 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:05:54