Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 57 parêzgar hatin guhertin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi “Biryarnameya Parêzgaran” parêzgarên 57 parêzgehan hatin guhertin.

10 Tebax 2023 - 08:15
10 Tebax 2023 - 08:15
 0
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 57 parêzgar hatin guhertin

Biryara guhertina 57 parêzgaran îro di Rojnameya Fermî ya Tirkiyeyê de hat belavkirin.

Bi biryara Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan parêzgarê 57 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin guhertin.

Li 18 parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî parêzgarên nû hatin erkdarkirin.

Di heman demê de li 5 parêzgehên Bakurê Kurdistanê yên wekî Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Sêrt û Îdirê, parêzgarên ku wek qeyûm li cihên serokşaredarên HDPyê hatibûn danîn jî hatin guhertin û dê yên nû cihên wan bigirin.

Li 18 parêzgehên Bakurê Kurdistanê navên parêzgarên nû:

Agirî: Mustafa Koç

Erdexan: Hayrettîn Çîçek

Çewlîg: Ahmet Hamdî Usta

Bedlîs: Erol Karaomeroglu

Erzingan: Hamza Aydogdu

Erzerom: Mustafa Çîftçî

Colemêrg: Alî Çelîk

Îdir: Ercan Turan

Mereş: Mukerrem Unluer

Qers: Ziya Polat

Kilîs: Tahîr Şahin

Meletî: Ersîn Yazici

Mêrdîn: Tuncay Akkoyun

Mûş: Avnî Çakir

Sêrt: Kemal Kizilkaya

Riha: Hasan Şildak

Şirnex: Cevdet Atay

Dêrsim: Bulent Tekbiyikoglu

Ev nûçe bi tevahî 696 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:41:01