Rêber Ehmed: Em êrişkaran nas dikin û dizanin dron li kû derê hatine çêkirin

Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed got,"Em êrişkaran nas dikin û dizanin ku dron li ku hatine çêkirin."

4 Tebax 2025 - 12:23
4 Tebax 2025 - 12:23
 0
Rêber Ehmed: Em êrişkaran nas dikin û dizanin dron li kû derê hatine çêkirin

Rêber Ehmed piştî merasîma bîranîna Komkujiya Kurdên Êzidî ya li Dihokê ji rojnamegeran re axivî.

Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê xwest civaka navneteweyî û Hikûmeta Federal a Îraqê sînorekî ji bo guhertina demografîk a li Şingalê deynin.

Rêber Ehmed got, “Dema em dibêjin bila Peymana Şingalê bê cîbicîkirin û xelk vegere ser warê xwe, mebesta me rêlibergirtina van guhertinan e."

5 sal piştî ji kontrolkirina Şingalê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê di Çiriya Paşîn a 2020an de, ji bo asayîkirina rewşa Şingalê peymanek îmze kir.

Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê got, "Mixabin Peymana Şingalê ji ber kêmasiya Hikûmeta Federal nehatiye cîbicîkirin."

Li gorî peymanê, dê hemû hêzên çekdar ên Heşda Şeibî û yên nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji herêmê bên derxistin.

Ewlehiya bajêr dê ji polîs, saziya asayîşa niştimanî û îstixbarata Hikûmeta Federal re bê hiştin.

Her wiha, dê qeymeqamekî nû bê danîn, bajar ji nû ve bê avakirin û ji bo vegera koçberan zemîn bê amadekirin.

Rêber Ehmed got, "Em wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wê peymanê pêbend in lê mixabin hinek alî hene ku naxwazin avedanî û aramî vegere Şingalê û naxwazin Şingal ji bo Şingaliyan be.

Ji ber wê jî hîn hejmarek komên çekdar ên derveyî yasayê li wir in.

Pêwîst e Hikûmeta Federal erkê xwe yê di Peymana Şingalê de cîbicî bike û wan komên çekdar ji herêmê derxe."

"Em êrişkarên Herêma Kurdistanê nas dikin"

Di meha Tîrmehê de zêdetirî 20 êrişên dronan li Başûrê Kurdistanê hatine kirin.

Ji wan 7 êriş li bîrên petrolê yên Herêma Kurdistanê bûne ku vê yekê şiyana hilberîna petrolê kêm kiriye.

Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê li ser êrişên dronan jî got, "Komîteyeke lêkolînê ya hevbeş di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye avakirin û karên wê berdewam dike da ku were eşkerekirin ka ew dron ên kîjan koman in.

Ji bo me û saziyên Hikûmeta Federal diyar e ku ew kom û alî kî ne ku xwedî vî cureyê dronan in û berê jî êrişî Herêma Kurdistanê kirine.

Heta em dizanin ku dron li ku hatine çêkirin, çawa hatine şandin û armancên wan çi bûne.

Em li bendê ne ku komîteya hevbeş bigihêje raporeke dadperwerane û encamê ragihîne.

Piştî wê qonaxê, pêwîst e ew alî û kesên ku li pişt êrişan bûne, bên cezakirin."

Divê were gotin ku êrişên dronan zerereke mezin gihandiye binesaziya enerjiyê ya Herêma Kurdistanê.

Alîkarê Birêvebiriya Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed diyar kir ku di encama wan êrişan de Herêma Kurdistanê hilberîna 200 hezar bermîl petrol ji dest daye.

 

Ev nûçe bi tevahî 38 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:57:39