Mesrûr Barzanî: Em di rizgarkirina revandiyên Êzidî û alîkariya rizgarbûyan de berdewam in
Di 11emîn salvegera jenosîda Êzidiyan de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û tê de tekezî li ser girîngiya cîbicîkirina Peymana Şingalê kir. Herwiha bang li hikûmeta federal a Iraqê kir ku berpirsiyariya xwe bi cih bîne û Êzidiyan qerebû bike.

Di peyama xwe de, Serokwezîr Barzanî got: "Di salvegera dagirkirina Şingalê û jenosîdkirina xwişk û birayên me yên Êzidî de ji aliyê terorîstên DAIŞê ve, em bi rêzdarî şehîdên vê komkujiyê bi bîr tînin ku di dîroka gelê Kurdistanê û mirovahiyê de bûye birîneke kûr û saxnebûyî."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di vê bîranînê de bal kişand ser rol û qurbanîdana Pêşmerge û got: "Pêwîst e em bi rêzdarî fedakarî û qurbaniyên Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê bi bîr bînin ku bi rêbertiya cenabê Serok Barzanî, Şingal û derdora wê rizgar kirin. Herwiha em spasiya helwesta mêrxasane ya xelkê Kurdistanê bi giştî û bi taybetî parêzgeha Duhokê û devera Badînanê dikin ku bi hawara xwişk û birayên me yên Êzidî ve çûn."
Banga li Hikûmeta Federal a Iraqê
Mesrûr Barzanî bi awayekî zelal daxwazên xwe ji hikûmeta Iraqê re anî ziman û got: "Pêwîst e hikûmeta federal erk û berpirsiyariya xwe bicih bîne, xwişk û birayên me yên Êzidî qerebû bike, alîkariya koçberan bike û zemînê xweş bike da ku bi serbilindî vegerin ser cih û warên xwe."
Herwiha tekez kir ku rêya vê yekê "bi cîbicîkirina Peymana Şingalê, derketina hêzên çekdar û milîsan ji deverê û vegerandina aştî û asayîşê ji bo navçeyê" pêkan e.
Hewlên Hikûmeta Herêmê didomin
Serokwezîr Barzanî destnîşan kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hewlên xwe de berdewam e ji bo:
- Rizgarkirin û vegerandina hemû kesên revandî yên ku hîn nehatine azadkirin.
- Dîtin û diyarkirina çarenivîsa kesên windayî.
- Berdewamkirina piştgiriya darayî ji bo rizgarbûyan.
- Alîkarîkirina wan Êzidiyên ku ji ber neasayîbûna rewşa Şingalê hîn jî li kampan dijîn.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku ji ber cîbicînekirina Peymana Şingalê û rewşa nexwestî ya ku piştî rizgarkirinê li ser Şingalê hatiye sepandin, nehatiye karîn ku navçe were avakirin û xizmetguzariyên pêwîst pêşkêşî xelkê wê werin kirin.
Îro 11 sal di ser komkujiya Şingalê re derbas dibin. Di 3ê Tebaxa 2014an de, DAIŞê 6417 welatiyên Êzidî revandin. Heta niha zêdetirî 3590 kes ji wan hatine rizgarkirin, lê çarenivîsa nêzîkî 2800 kesên din hîn jî ne diyar e.
Nûvekirina herî dawî: 14:44:37