Mesrûr Barzanî: Pêwîst e Bexda erkên xwe yên destûrî li hember qurbaniyên Enfalê bicih bîne
Di 42emîn salvegera jenosîda Barzaniyan de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û tê de bang li Hikûmeta Federal a Iraqê kir ku erkên xwe yên yasayî û destûrî li hember qurbaniyan bi cih bîne û êdî mafên wan paşguh nexe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê 31ê Tîrmeha 2025an, bi boneya 42emîn salvegera Enfalkirina Barzaniyan peyamek belav kir.
Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser hovîtiya tawanê û got: "Di salvegera jenosîdkirina Barzaniyan de, em qurbaniyên komkujî û tawaneke hovane ya rejîma berê ya Iraqê bi bîr tînin, ku li pey wê şalawên Enfalê li seranserê Kurdistanê hatin. Di vê bîranîna xemgîn de, em serê rêzê li hember giyanê pak ê şehîdên Barzanî ditewînin û her tim bi rêz û rûmet wan bi bîr tînin."
"Bexda bila erkên xwe bicih bîne"
Mesrûr Barzanî di beşeke din a peyamê de bang li hikûmeta Iraqê kir û tekez kir: "Wekî her car em dubare dikin ku pêwîst e Hikûmeta Federal, erkê xwe yê yasayî û berpirsiyariya xwe ya destûrî li hember qurbaniyên jenosîda Enfalê, bombebarana kîmyewî ya Kurdistanê û hemû qurbaniyên destê rejîma berê bi cih bîne û êdî mafên wan paşguh nexe."
"Gelê Kurdistanê van tawanan ji bîr nake"
Serokwezîr Barzanî herwiha amaje bi berxwedana gelê Kurd kir û got: "Gelê welatparêz ê Kurdistanê, tu carî van tawanan ji bîr nake û divê nifş li dû nifşî bizanibin ku gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve, ji bo parastina nasnameya xwe ya neteweyî û mafên xwe yên rewa qurbaniyeke mezin daye û ti carî dest ji wan bernade. Herwiha dê li hember hemû kesên ku hewla dagirkeriyê û dûbarekirina siyaseta şovînî û tawanên borî didin, bisekine."
Di dawiya peyamê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: "Silav li giyanê pak ê şehîdên jenosîda Barzaniyan û tevahiya şehîdên Kurdistanê."
Nûvekirina herî dawî: 10:26:17