Serok Barzanî: Êzîdî ji ber Kurdbûn û baweriyên xwe yên olî rastî kîn û bêwijdaniyê hatine

Di 11emîn salvegera karesata Şingalê de, Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir û tê de ragihand, tawana li dijî Êzidiyan, berdewamiya zincîra karesatên li dijî gelê Kurdistanê ye û bang li dewleta Iraqê kir ku qerebûya qurbaniyên Şingalê û hemû jenosîdên din ên li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin, bike.

4 Tebax 2025 - 11:53
4 Tebax 2025 - 11:53
 0
Serok Barzanî: Êzîdî ji ber Kurdbûn û baweriyên xwe yên olî rastî kîn û bêwijdaniyê hatine

Serok Barzanî di destpêka peyama xwe de bal kişand ser hovîtiya tawanê û got: "Ew tawana ku terorîstên DAIŞê yazdeh sal berê li dijî xwişk û birayên me yên Êzidî kirin, tawanek bû ku hemû sînorên nemerdî û hovîtiyê derbas kiribû. Ev êşek e ku ti carî ji bîra me naçe."

Destnîşan kir jî, Êzidî ji ber du sedeman bûne armanca DAIŞê: "Li ber çavên herkesî zelal e ku Êzidî ji ber Kurdbûna xwe û ji ber baweriya xwe ya olî, ketin ber pêla rik û bêwijdanî ya tawanbarên DAIŞê û hatin jenosîdkirin."

Serok Barzanî rola Pêşmerge û gelê Kurdistanê di rizgarkirina Şingalê de bilind nirxand û got: "Piştî rûdana wê karesatê, gelê Kurdistanê û Pêşmerge bi dil û can li gel xwişk û birayên xwe bûn û çi ji destê wan hat ji bo rizgarkirina koçberan û azadkirina Şingalê û Çiyayê Şingalê kirin."

Herwiha bi taybetî qehremaniya Pêşmerge bi bîr anî û got: "Em rola Pêşmergeyên Kurdistanê û hemû wan qehremanan bilind dinirxînin ku dîrokeke geş tomar kirin, ji bo azadkirina Şingalê xwîna xwe rijandin, tola xwe ji terorîstên DAIŞê hilanîn û serê terorîstan xistin bin pêyên Êzidiyan."

Serok Barzanî herwiha spasiya hêzên Hevpeymanan kir ku di alîkariya Pêşmerge û têkşikandina DAIŞê de roleke berçav lîstin.

Di dawiya peyama xwe de, Serok Barzanî bang li dewleta Iraqê kir: "Pêwîst e dewleta Iraqê qerebûya qurbaniyên karesata Şingalê û hemû wan jenosîdên ku derheqê gelê Kurdistanê de hatine kirin, bike. Divê dawî li wan bîr û reftarên şovenî were anîn ku her carê bi behaneyekê û bi zihniyeta nemirovane û înkarker, êşê didin gelê Kurdistanê."

 

Ev nûçe bi tevahî 23 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:44:37