Kurtulmuş: Komîsyon dê di Tebaxê de dest bi kar bike

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş derbarê pêvajoya çareseriyê de ragihand, Komîsyona Pêvajoya Aştiyê dê di hefteya yekem a meha Tebaxê de dest bi kar bike.

31 Tîrmeh 2025 - 10:47
31 Tîrmeh 2025 - 10:47
 0
Kurtulmuş: Komîsyon dê di Tebaxê de dest bi kar bike

Kurtulmuş destnîşan kir, komîsyon dê biryarên xwe yên girîng bi rêjeya sê li ser pênc (3/5) a dengan werbigire û dê guhdariya nêrînên hemû aliyan bike da ku yasayên pêwîst derxîne.

Numan Kurtulmuş di berdewamiya axaftina xwe de got: "Îmraliyê bang kir û rêxistinê jî biryara xwehilweşandinê da. Bi destpêkirina danîna çekan re, berpirsiyariya siyasî dikeve ser Parlamentoyê û ew ê yasayên pêwîst derxe. Dê projeyeke şefaf be."

Serokê Parlamentoyê ev pêvajo weke "derfeteke dîrokî" ji bo Tirkiyeyê bi nav kir û bal kişand ser ziyanên şerê 50 salan:

"Pêncî salên dîroka komara me ya sedsalî bi tundî û terorê derbas bûn. Me bi deh hezaran mirovên xwe ji dest dan û zêdetirî du trîlyon dolar ziyanên me yên aborî çêbûn. Niha Tirkiye ji zencîrên lingên xwe rizgar dibe. Em dixwazin pirsgirêka herî girîng a dîroka Tirkiyeyê çareser bibe."

 

Ev nûçe bi tevahî 25 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:32:08