4 karmendên DEDAŞê mirin

Le Şirnexe 4 karmendên DEDAŞê mirin

2 Hezîran 2022 - 03:02
2 Hezîran 2022 - 03:02
 0
4 karmendên DEDAŞê mirin

Wesayîta tîmên kompanyaya Dîcle Elektrîk Dagitim AŞyê (DEDAŞ) li navçeya Qilabanê ya Şirnexê di zinarê re wer bûye û 4 kesên di wesayîtê de koça dawî kirine û kesek jî birîndar bûye.

Ligor ajansên Bakurê Kurdistanê belav kirine îro roja çarşemê 01.06.2022an wesayîta DEDAŞê li navçeya Qilaban a Şirnexê qezaya trafîkê derbas kiriye û karmendên DEDAŞê yên bi navê Azat Dîkmen, Fîkret Apaydin, Ozcan Benek û Nurettîn Yildiz koça dawî kirine.

Herwiha karmendê bi navê Mehmet Alturk jî bi awayê giran birîndar bûye û bo Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê hatiye veguhestin

Ev nûçe bi tevahî 894 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:52:58