Aşûrî, Keldanî, Kakayî, Êzidî û Medaîyan piştgirî da referandûma serxwebûnê

Pêkhateyên netewî û olî yên Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe bo referandûma serxwebûnê ragihandin.

4 Avrêl 2017 - 03:21
4 Avrêl 2017 - 03:21
 0
Aşûrî, Keldanî, Kakayî, Êzidî û Medaîyan piştgirî da referandûma serxwebûnê

Piştî civîna di navbera PDK û YNKê de ku bi seroktiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêk hat, pêkhateyên Neteweyî û ayînî yên li Herêma Kurdistanê ku ji Xiristyan, Êzdî, Kildan, Asûrî, Kakayî, Zeredeştî û Medaîyan pêk tên piştevaniya xwe ji bo biryardana refrandûmê ya Barzanî re ragihandin.

Di daxuyaniya pêkhateyan de hat gotin, hemû pêkhateyên neteweyî li Herêma Kurdistanê piştgiriya aliyên siyasî û hewla Serokê Herêma Kurdistanê bo dewleta Kurdî dikin û daxwaz ji hemû pêkhateyan hat kirin ku deng li ser serxwebûna Kurdistanê bidin.

Ev nûçe bi tevahî 2545 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:51:23