Baroya Diyarbekirê: Em sersaxiyê li Kurdistanê dikin

Baroya Diyarbekirê li ser topbarana gundê Perex yê navçeya Zaxoyê ya ji aliyê Artêşa Tirkiye ve, daxuyaniyek belav kir.

21 Tîrmeh 2022 - 03:41
21 Tîrmeh 2022 - 03:41
 0
Baroya Diyarbekirê: Em sersaxiyê li Kurdistanê dikin

Baroya Diyarbekirê li ser topbarana gundê Perex yê navçeya Zaxoyê ya ji aliyê Artêşa Tirkiye ve, daxuyaniyek belav kir û sersaxî li malbatên qurbaniyan û Herêma Kurdistanê kir.

Baroya Diyarbekirê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Li navçeya Zaxo ya Herêma Federal a Kurdistanê bi bombebarana Artêşa Tirkiyê sivîlên ku di nav wan de zarok jî hebûn canê xwe ji dest dane.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Weke li Roboskê, dema mijar dibe Kurd hiqûqa navdewletî bê nirx dibe. Em sersaxiyê li malbatên kesên ku canê xwe ji dest dane û Herêma Kurdistanê dikin.”

Baroya Diyarbekirê ragihandiye ku ew dê di warê hiqûqî de bûyerê bişopînin û diyar kir: “Baroya Diyarbekirê ji bo eşkerekin û cezakirina berpirsên van êrîşên ku dibin sedama canjidestdana sivîlan dê giliyên pêwîst bike û proseyeke bi bandor a hiqûqî bimeşîne.”

Ev nûçe bi tevahî 780 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:04:59