Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê kir

Nêçîrvan Barzanî li Hewlêra paytext pêşwaziya Balyozê Brîtanya yê li Bexdayê John Wells û heyeta ligel kir.

15 Adar 2018 - 07:46
15 Adar 2018 - 07:46
 0
Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê kir

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî duhî li Hewlêra paytext pêşwaziya Balyozê Brîtanya yê li Bexdayê John Wells û heyeta ligel kir. Di hevdîtinê de têkiliyên dualî yên navbera Hewlêr û Londrayê hat nirxandin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku Balyozê Brîtanyayê di axaftina xwe de gotiye: "Brîtanya piştgiriya Herêma Kurdistaneke bihêz dike û ji peymana navbera Hewlêr û Bexdayê kêfxweş e."

John Wells di dirêjiya axaftina xwe de gotiye: "Divê diyaloga navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê dewam bike." Barzanî jî di hevdîtinê de ji bo vekirina balafirxaneyan gaveke erênî nirxandiye û daxwaza pêşxistina têkiliyên Kurdistan û Brîtanyayê kiriye.

Ev nûçe bi tevahî 1579 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:49:15