Çekdarên ser bi Tirkiyê 7 kes revandin

Grûpên Çekdar ên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 7 kesên sivîl ji 2 gundên Efrînê revandin.

18 Tîrmeh 2022 - 10:02
18 Tîrmeh 2022 - 10:02
 0
Çekdarên ser bi Tirkiyê 7 kes revandin

Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand, hêzeke Polîsa Leşkerî pêr 16ê Tîrmehê bi ser gundê Dargirê yê li navçeya Mabeta ve girt û 6 kes revandin.

Wî jêderî got, navê 4 kesên hatine revandin hatiye zanîn ew jî, Mistefa Cemal, Midhet Murad, Adil Bêrem û Ehmed Birîmko ne.

Heman jêderî got jî, çekdarên grûpa Feyleq El-Şam roja 9ê vê mehê xurtê bi navê Berekat Selîmo ji gundê Basûfanê yê li navçeya Şêrewa revand û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Li gor çalakvanên Efrînê, Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, zêdetir ji 8 hezar Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Her wiha çalakvan dibêjin, grûpên çekdaran bi armanca standina pere, fidye û bacan ji Kurdên Efrînê, wan hemûyan bi pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re tometbar dikin.

Ev nûçe bi tevahî 651 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:17:01