Nêçîrvan Barzanî: Elî Qazî pir bi dilsozî daxwaza yekrêzî û yekîtiya gelê Kurd dikir
Serokê Herêma Kurdistanê Elî Qazî her dem di xema yekrêzî û yekîtiya gelê xwe de bû

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma pêşwaziya li termê Elî Qazî, kurê pêşewa Qazî Mihemed de ragihand, Elî Qazî pir bi dilsozî daxwaza yekrêzî û yekîtiya gelê Kurd dikir.
Îro di merasîmekê de li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, hejmarek ji berpirsên hikûmetê û nûnerên partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê û malbata Qazî, pêşwazî li termû Elî Qazî hat kirin. Di merasîmê de Serokê Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir.
Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de ragihand, “Xwedêjêrazî Elî Qazî, ji ber dîrok û pêgeha malbata xwe, ji ber ku ew bîranîna pêşwaza Qazî Mihemed bû, di dirêjahiya temenê xwe de, neçar ma ku gelek dijwarî, zehmetî, penaberî, dûrwelatî û êşan bikişîne. Ew her dem di xema yekrêzî û yekîtiya gelê xwe de bû. Heta dawî henase jî, gelek bi dilsozî daxwaza yekrêzî û yekîtiya gelê Kurd dikir. Ti carî ji xema gel û welatê xwe dûr neket, her kû derfet hebûya, li dû yekîtî û yekrêziya gelê xwe bû. Ev jî ji bavê wî pêşewa Qazî Mihemed jê re mabû, pêşewa nemir jî heta dawî wesiyeta wî her ew bû ku daxwaza yekrêzî û yekîtiya gelê xwe dikir.
Elî Qazî, kurê bi tenê yê pêşewa Qazî Mihemed roja 10ê Tîrmeha 2022an di temenê 89 saliyê de li bajarê Bonnê yê Almanyayê koça dawiyê kiribû û îro termê wî li ser erkê Serowezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Herêma Kurdistanê hat vegerandin.
Biryar bû termê Elî Qazî li bajarê Mehabada Rojhilatê Kurdistanê bi xakê bihata spartin. Lê berpirsên Îranê malbata Qazî li Mehabadê agahdar kir ku nabe merasîma sersaxiyê were kirin, malbata Qazî ew yek qebûl nekir, ji ber wê termê Elî Qazî dê li Kelarê bi xakê bê spartin.
Nûvekirina herî dawî: 04:19:11