Çûn pincar biçinin lê berf bariya û di berfê de asê man

10 jin û mêr derketin çiya da ji xwe re pincarê bicivînin lê berfa zêde bariya û her deh hemwelatî di berfê de asê man

13 Gulan 2022 - 03:21
13 Gulan 2022 - 03:21
 0
Çûn pincar biçinin lê berf bariya û di berfê de asê man

Li bajarê Bedlîsê li navça Tetwanê li Çiyayê Nemrûdê bi qederê 10 jin û mêr derketin çiya da ji xwe re pincarê bicivînin lê berfa zêde bariya û her deh hemwelatî di berfê de asê man. Li Çiyayê Nemrûde telefon kar dike û hemwelatî telefonê tîmên AFAD ê û cendirmeyan kirin.

Tîmên AFAD ê erebên ku deh kes bi wan çûbûn pincarê ji berfê derxistin. Hemwelatî bi erebên xwe xwe ve ketibûn ber pêlên barîna berfê û mamiştê. Hindik mabû ji ber berfê ji serma biqerisin. Di rêberiya AFAD ê de hemwelatî karibûn ji çiya dakevin xwarê.

Piştî rizgarkirina deh hemwelatiyan, hemweltiyan bi erebeyên wan şandin malên wan.

Ev nûçe bi tevahî 1068 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:50:55