De Mistura: Rewşa Efrînê cihê fikarê ye

Nûnerê Taybet ê Sûriye yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mistura raportek pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya NYyê kir û û got, "rewşa Efrînê gelekî cihê fikarê ye."

16 Adar 2018 - 13:22
16 Adar 2018 - 13:22
 0
De Mistura: Rewşa Efrînê cihê fikarê ye

De Mistura raportek ê derbarê rewşa Sûriyeyê de pêşkêşî Konseya Ewelekariyê ya NYyê kir û got: Herdem xebatên erênî bi xweşî tên pêşwazîkirin û gelekî li hêviya wan man…Pêwîstiya sivîlan bêtir bi alîkariya bijîşkî heye divê ava vxwarinê û azadiya çûnûhatinê were dabînkirin."

Nûnerê NYyê teqez lir ku "divê korîdorên ewle bên dabînkirin da ku sivîl ji Efrînê derkevin."

Herwiha De Mistura li ser rewşa Efrînê got ku "raport hene ku dibêjin bi deh hezaran aware hene û ava vexwarinê gelekî kêm bûye".

Ev nûçe bi tevahî 1451 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:20:07