Di topbarana Zirganê de 2 leşkerên Sûriyê birîndar bûn
Di encama topbaran artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê ya li gundê Bobî yê navçeya Ziraganê de du leşkerşn Sûriyê birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya serbi Efrînê û herdû gundên Bobî û Dada Ebdal ên navçeya Zirganê ya sebri parêzgeh Hesekê li rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.
Ew toparan duh êvarê bûn, li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, li herdû gundên Bobî û Dada Ebdal yên navçeya Zirganê xalên leşkerî yên artêşa Sûriyê bûne armanc.
Di encama wê topbaranê de 2 serbazên Sûriyê birîndar bûn. Ew serbazên birîndar bo nexweşxaneya Til Temirê hat veguhestin.
Her li gorî wan çavkaniyan, ji ber topbaranê beşeke xelkê navçeyê cihên xwe bicî hiştin.
Nûvekirina herî dawî: 16:52:18