Ewlehîya Rêveberiya Xweser 8 kes bi gumana sîxurtiyê desteser kirin

Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku hêzên wê 8 kes bi tometa sîxuriyê girtine.

2 Tebax 2022 - 02:44
2 Tebax 2022 - 02:44
 0
Ewlehîya Rêveberiya Xweser 8 kes bi gumana sîxurtiyê desteser kirin

Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku , piştî şopandinê û komkirina zanyariyan 8 kes hatin desteserkirin.

Li gorî ragihandina Hêzên Ewlehiyê, girtina wan 8 kesan, ku navên wan jî ragihandine, bi wê tometê bû ku, wan sîxurî ji istixbarata Tirkiyê re dikir û bûne sedema canjidestdana hejmarekê ji fermadeyên serbazî.

Her li gorî zanyariyên Hêzên Ewlehiyê ku ragihandine, destên wan kesan di armanckirina hejmarekê ji navend û xalên leşkerî de hebû, herwiha di cajidestdana fermandeya Encûmena Leşkerî ya Kobanê (Dîlar) de, wiha jî cajidestdana fermandeya Encûmena Eyn Îsa (Mizgîn Kobanê) û çend kesên din.

Piştre jî, Hêzên Ewlehiyê mikurhatinên yekî ji wan girtiyan bi deng û reng ragihand ku tê de li karê xwe mikur hat.

Navên kesên girtî jî ev in: Ehmed Mihemed Îbrahîm, Ebid Îsmaîl Îsa, Yasêr Xelîl Mihemed, Bekrî Mihemed îsa, Îsmaîl Mihemed Ibrahîm, Hisên Ehmed Mihemed, Ehmed Mehmûd Xelef û Şems El-Dîn Reşîd Qasim.

Ev nûçe bi tevahî 992 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:38:17