Firokxaneya Hewlêrê ji ber bahoza tozê geştên xwe rawestandin

Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ragihand, ji ber hatina bahoza tozê ku bandor li asta dîtinê kiriye, geştên esmanî hatin rawestandin, geştên esmanî hatin rawestandin.

23 Gulan 2022 - 05:16
23 Gulan 2022 - 05:16
 0
Firokxaneya Hewlêrê ji ber bahoza tozê geştên xwe rawestandin

Rêveberê Giştî yê Firokxaneya Navdewletî ya HewlêrêEhmed Hoşyar ragihand, ji ber hatina pêla tozbarînê û kêmbûna mesafeya dîtinê, geştên Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê îro ji demjimêr 08:00 hatin rawestandin.

Destnîşan kir jî, dema pêla tozbarînê asayî bibe, li gor lîsteya diyarkirî, geştên li firokxaneyê dê asayî bibin.

Pêla tozbarînê Iraq û Herêma Kurdistanê girtiye û Rêveberiya Keşnasiyê ya Iraqê ragihand, tê pêşbînîkirin ku bi îro êvarê re, pêla tozbarînê ber bi nemanê ve biçe.

Ev nûçe bi tevahî 761 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:55:05