Greva cotkarên Kurd û Tirkmen li gundekî Kerkûkê berdewam e

Cotkarên Kurd û Tirkmen ên li gundê Topzawa li dijî destwerdanên Erebên hawerde û artêşa Iraqê, greva xwe berdewam dikin û diyar kirin ku divê pirsgirêkên wan bi temamî bêne çareserkirin.

1 Hezîran 2023 - 10:41
1 Hezîran 2023 - 10:41
 0
Greva cotkarên Kurd û Tirkmen li gundekî Kerkûkê berdewam e

Piştî ku artêşa Iraqê berî çend rojan rê li ber cotkarên Kurd ên gundê Topzawa girtibû û nehîştibû ku genimê xwe biçinin, gundiyan dest bi grevê kirin.

Hacî Mehmûd ku gundiyekî Topzawa ye dibêje: Ti garantî nîne ku Erebên hawerde û artêşa Iraqê venegerin ser axa me, eger bikarin dê nasnameya me li vê deverê reş bikin.”

Nerazîbûn û mangirtina gundê Topzawa di demekê de ye, Wezîrê Bergiriyê yê Iraqê duhî di serdana xwe ya Kerkûkê de, ligel çend nûnerên bajêr civiyabû.

Parlamentera Parlamentoya Iraqê Necwa Kakeyî ji K24ê re ragihand, wan sozek ji Wezîrê Bergiriyê wergirtiye ku êdî artêş destêwerdanê di karûbarên cotkaran de nake.

Artêşa Îraqê li ser giliyên Erebên hawerde yên ku girêbestên wan ên ji serdema Beiş de hene, rê nadebû wan ku karên xwe yên çandiniyê bikin.

Rêjîma Beis a Iraqê di dema xwe de, zeviyên cotkarên Kurd li gundê Topzawa û gundên ên Kerkûkê ji wan standin û dan Ereban. Piştî rûxandina rêjîma Beis jî, cotkarên Kurd vegeriyan ser zeviyên xwe û çandin, lê piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, careke din Erebên Hawerde hewl didin dest deynin ser zeviyên Kurdan.

Ev nûçe bi tevahî 380 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:24:33