Hejmara nûnerên kurd di komîteya venivîsîna Destûra Iraqê de zêde bû

Cîgirê serokê parlementoya Iraqê, Beşîr Hedad ragihand, hejmara endamên kurd di komîteya venivîsîna Destûra Iraqê zêde bû.

10 Mijdar 2019 - 06:37
10 Mijdar 2019 - 06:37
 0
Hejmara nûnerên kurd di komîteya venivîsîna Destûra Iraqê de zêde bû

Ofîsa cîgirê serokê parlementoya Iraqê, Beşîr Hedad ragihand, bi hewl û xebata Hedad û firaksiyonên Kurdistanî hejmara endamên kurd di komîteya venivîsîna Destûra Iraqê de, ku ji aliyê parlementoya Iraqê hatibû pêkanîn, zêde bû û bû şeş kes.

Beriya niha sê kurd di wê komîteyê de hebûn. Navên wan parlementerên kurd yên ku di komîteya han de ne, ev in:

Viyan Sebrî, Ciwan Îhsan, Yûsif Mihemed Sadiq, Ebdulbarî Muderis, Cemal Koçer, Rêbwar Hadî.

Ev nûçe bi tevahî 1122 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:39:25