Heşda Şeibî li Kerkûkê dest bi binçava Kurdan kiriye

Li gorî çend jêderan li Kerkûkê, îro çekdarên Heşda Şeibî dest bi lêgerîn û pişkinînê di nav malên Kurdan de kirin û hejmarek xortên Kurd û Erebên Sunne desteser kirin.

6 Mijdar 2017 - 08:28
6 Mijdar 2017 - 08:28
 0
Heşda Şeibî li Kerkûkê dest bi binçava Kurdan kiriye

Çekdarên milîsên Heşda Şeibî li nav bajarê Kerkûkê dest bi girtina xortên Kurd û erebên sunne kirine û malên Kurdan pişkinîn dikin, her mala ku kes têde nebe deriyên wê dişkînin.

Piştî ku çekdarên Heşda Şeibî Kerkûk dagîr kirin, çendîn welatiyên Kurd û yên Erebên Sunne îşkence kirine û hejmarek efserên polis yên Erebên Sunne ji aliyê wan çekdaran ve hatine kuştin, duh jî du teqîn li pêşya baregehên Heşda Şeibî li Kerkûkê çêbûn û nêzîkî 20 kesan hatin kuştin û birînkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1101 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:40:18